ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-16 09:00:00     * Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj Xalîde Ebdo bi lêv kir ku her tim polîtîkayên yek al, yek ol û yek netew li ser gelê kurd hatin ferzkirin û bi vê re rê li pêşiya komkujiyên mîna Helebçeyê hat vekirin û wiha got:"Ji bo komkujiyên mîna Helebçeyê dubare nebin yekîtiya gelan a bi hev re girîng e. Her wiha divê her gel bigihêje azadiya xwe û newekheviya di navbera gelan de bi dawî bibe. Divê komkujiyên wekî Helebçeyê dubare nebin." DÎMEN HEYE   * Rojnameger Dîcle Muftuoglu ku di 29’ê Sibatê de tahliye bû, destnîşan kir ku rojnamegeriya wê hatiye astengkirin û diyar kir ku tişta herî zêde bêrî kiriye di cihekî berfireh û bêasteng de bimeşe û got: "Divê bê dîtin ku dixwazin heqîqetê veşêrin. Ji bo em xwedî li heqîqetê derkevin divê li hemberî zext û sansûrê têkoşîneke hevpar bimeşînin.”  DÎMEN HEYE   * Jinên kurd, azerî û tirk ên li Îdirê dijîn bal kişandin ser çaresernekirina pirsgirêkên bajêr ên wekî av, rê û binesaziyê û gotin: "Ligel wan pirsgirêkan qeyraneke aborî heye û nikarin debara xwe bikin. Sedema vê qeyranê Erdogan e. Bi kevçî didin û bi çoçikê ji me digirin." BI DÎMEN    * Zekiye Alkan ku got "Agirê Newrozê herî baş divê di bedena mirov de bişewite", "Newroz bi gir tê pîrozkirin" li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û wek maşeleyekê Newroza mîlyonan temaşe dike. (DOSYA)   *Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê mezin a Amedê Serra Bucak got: “Amed ji bo min girîng e.  Ez li vir hînî zimanê xwe bûm û ya din jî ez roj bi roj bûm kirde û parçeyek têkoşîna jinê. Em ê bajarê xwe bi gelê xwe re bi rêve bibin.” DÎMEN HEYE   * Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku qeyûmên hatine tayînkirin tu xizmet ji wan re nekirine û got ew dema nû de şaredariyeke ku wan guhdar dikin, nav gel de dixwazin. BI DÎMEN    *Me rojek xwe bi namzeta hevşaredariyê ya Yenîşehîrê re derbas kir û em dibînin ku gel îradeya xwe li şaredariyan dixwaze. Welatiyan ji 7 salî heta 70’ê salî bi gotinên "yên me partiya me" DEM Partiyê vedibêjin. DÎMEN HEYE   *Li Kurdistana ku rewşa aborî her diçe xera dibe welatiyan meha Remezanê bi xizanî pêşwazî kir. Welatiya bi navê Mukades Çaglar got: “Em ji bo fitarê xwarina li gorî dilê xwe nikarin çêkin û her tişt buhaye.” BI DÎMEN