Di Nobeta Edaletê peyama bidawîkirina tecrîdê hat dayin 2024-03-12 16:48:01       NAVENDA NÛÇEYN - Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji aliyê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hat destpêkirin dewam dikin.    Ji bo çareseriya meseleya kurd û  bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê dest bi Nobetên Edaletê kirin. Çalakiya Nobetên Edaletê dewam dikin.    Îzmîr   Li Îzmîrê bi pêşengiya EGE TUHAYDER'ê Nobeta Edaletê dest pê kir. Nobeta Edaletê li Nûnertiya DEM Partiyê ya Çimentepeyê dewam dike. Di çalakiyê de dirûşmên Jin, jiyan, azadî”, "Heq hiqûq edalet" û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Dayika Suleyman Poyraz ê ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê tê girtin, Fehime Poyraz da zanîn ev 38 roj in lêgerîna wan a edaletê didome.    Nobeta Edaletê bi serdanan dewam kir.    Êlih   Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest pê kir di roja 41'ê de li avahiya DBP'ê dewam dike. Hevşareara Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgere Jinên Azad (TJA), DBP, Platforma Demokrasiyê û Kedê ya Êlihê hatin serdana nobetê.    Di nobetê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Çalakiyê bi stran û dirûşman dewam kir.    Mêrsîn    Nobeda Edaletê ku li Mêrsînê ji aliyê Komeleya Pitevaniya bi xizmên girtî û hukumxaran (Çukurova TUAY - DER) ve hat destpêkirin di roja 98'an de dewam dike. Di nobeda ku Dayikên Aştiyê tevli bûne dûrûşmaên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" ha tin berzkirin. Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren ku tevli çalakiyê bû got, "Yên ku Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin Ewropa ye. Ji ber wê divê ku kurd û ciwanên li Ewropayê biçin ber CPT'ê û rewşa Birêz Ocalan bipirsin û têkoşînê li Ewroapayê mezin bikin."