Polîsan bi ser mala parlamentera DEM Partiyê Çiçek Otlu de girtin 2024-02-27 10:55:09     STENBOL - Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser mala parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çiçek Otlu de girtin. Çiçekê da zanîn ew nizane li mala wê xisareke çawa çêbûye û ew ê ji Enqereyê derbasî Stenbolê bibe. Her wiha Çiçekê got ew ê vê bêhiqûqiyê li her derê teşhîr bike û dozê veke.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Stenbolê Çiçek Otlu li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku polîsan di saetên serê sibehê de deriyê mala wê şikandine û bi ser mala wê de girtine.    Ez ê dozê vekim    Çiçekê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da zanîn ew nizane li mala wê xisareke çawa çêbûye û ew ê ji Enqereyê derbasî Stenbolê bibe. Her wiha Çiçekê got ew ê vê bêhiqûqiyê li her derê teşhîr bike û dozê veke.    13 kes hatine binçavkirin   Her wiha bi çarçoveya operasyona li Stenbolê tê meşandin di serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û tevî endamên ESP, SKM, SMF 13 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin.