Bersiva ji bo komployê: Hûn nikarin roja me tarî bikin 2024-02-14 09:09:55     AMED - Di encama komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal berê anîn Tirkiyeyê de, gelek jinan got "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û bedena xwe dan ber agir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hevkariya parêzerên xwe ji bo van çalakiyan peyam şand. Piştî vê peyamê jî çalakiyan li dijî tecrîda giran berdewam kir.   Hêzên navneteweyî bi komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de hat destpêkirin di 15’ê Sibata 1999’an de  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirn. Komplo bi tevlibûna hêzên navnteweyî pêk hat û 25 sal li pey xwe hişt. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja anîne Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û 3 sal e tu agahî jê nayê girtin. Li dijî komploya ku li hemû cîhanê deng da, çalakiyên protestoyî pêk hatin û yek ji van jî çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bû. Piştî Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket van çalakiyan destpê kirin û heta îro berdeawam kir. Gelek jinên ku gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin" bi nameya li pey xwe hiştin armanca xwe vegotin.   Nêzî 100 kesî tevli vê xeleka ji agir bûn   Ji 100 kesî zêdetir di navbera salên 1998-2008’an li dijî komploya navneteweyî bedena xwe dan ber agir. Ji van jinan du jê jî Selamet Menteş û Aynur Artan bûn. Di 23’ê cotmeha 1998’an de Selamet û Aynurê  li girtîgeha Mîdyadê bedenên xwe dan ber agir. Selamet li girtîgehê, Aynur jî li Nexweşxaneya Fakulteyê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Selamet û Aynurê di nîşeya li pey xwe hiştin de gotin: “Parastina serokatiyê; bi fêmkirin û xwepêşxistinê pêkan e. Bi yek deng, yek bedenbûnê pêkan e.”   Hatîce Falay   Hatîce Falay ku ji Êlihê koçî Stenbolê kiribûn,piştî komploya li hember Abdullah Ocalan di televîzyonê de dibîne di 13’ê Kanûnê de li taxa Guneştepe ya Gungorena Stenbolê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da.   Serpîl Polat   Endama Yekitiya Propangada Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat li girtîgeha Sakaryayê di 17’ê Sibata 1999’an de bedena we da ber agir. Serpîlê di nameya xwe de wiha gotibû : “Ez êrîşa di şexsê Şoreşger Reber Abdullah Ocalan de li gelê kurd û gelan tê kirin şermezar dikim, Şoreşger Rêber Apo nikare bê darizandin. Ez mezinbûna hêrsa xwe bi çalakiya agirê bedena xwe davêjim der.”   Hukmiye Seyha   Hukmiye Seyhan di 23’ê Kanûna 1999’an de li Rûsyayê bedena xwe da ber agir û di nîşeya li pey xwe hişt de wih agot: “Gelê Kurd bi salane êşên mezin kişandin. Mafê wî hat binpêkirin. Li Kurdistana ku derguşa şaristaniyane we êşên mezin kişandin. Rêberê we Serok Apo bi komployê hat girtin û xwestin we bê serok bihêlin. Di şexsê Serok Apo de xwestin pêşeroja we tarî bikin. Roja me ew e!”   Nesrîn Teke   Nesrîn Teke ya ku nûnertiya Kovara Ozgur Halkê ya Amedê dikir beşdarî çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" ya piştî komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bû û jiyana xwe ji dest da. Nesrînê di 2'yê Hezîrana 2000'an de li ber dayika xwe Nezahat Teke, bedena xwe da ber agir.   Esen Aslan   Xebatkara Kovara Ozgur Halk Esen Aslan jî di 3’ê Tebaxa 2000’î de li dijî komployê bedena xwe da ber agir.   Viyan Soran   Di 1’ê Sibata 2006’an de Endama Meclîsa YJA-Star Viyan  Soran (Leyla Walî Huseyîn) li herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Viyan Soran di nameya li pey xwe hişt de wiha got: “Ez di her şeva 15’ê Sibatê de Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Berîvan, Ronahî, Rahşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran rêhevalên xwe yên şehîd di dilê xwe de dihewînim. Dirûşma wan a ‘Bijî Serok Apo’ her tim di dilê min de davêje. Dibe ku hûn çalakiya min qebûl nekin û rexne bikin. Lê em ji we fêr bûn ku heta bedel neyê dayîn azadî jî pêk nayê.”   Elefterîa fortukalî   Jina enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Elefteriya di nameya ku li pey xwe hişt wiha got: "Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstaanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim.  Gelê kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye.”    Yên gotin hûn nikarin roja me tarî bikin   Di pêvajoya komplo û piştî komployê de gelek jinan bi çalakiyên pêk anîn jiyana xwe ji dest dan. Fatoş Saglamgoz (Sema) li bajarê Goteborg a Swîsreyê, li qada Gustaf Adolf di 11’ê Mijdara 2003’an de; Aynur Ayşli di 30’ê Adara 2006’an de li Antalyayê; Evrîm Demîr di 14’ê Tîrmeha 2011’an de li Kopa Muşê, Hadika Dogru(Hêvîdar Serhed) di 15’ê Sibata 2016’an de li Kobanê, Nazelîn Kortuk di 14’ê Sibata 2018’an de li Îzmîrê, Yonca Akci di 9’ê Adara 2019’an de li girtîgeha Jinan a Şakranê, Ayten Beçet di 23’ê Adara 2019’an de li girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam di 24’ê Adara 2019’an de li girtîgah Oltu, Medya Çinar di 5’ê  Adara 2019’an de li girtîgeha Mêrdînê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest dan.    Abdullah Ocalan xweset çalakî bên sekinandin   Di 15’ê Sibata 2010’an de Ebu Muslum Dogan yê 18 salî ku ji Meletiyê bû û xwendekarê Lîseya Fen a Semsurê bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê Abdullah Ocalan der barê çalakiyên bi vî rengî de bi hevkariya parêzerên xwe ev nirxandin kir: “Ez dixawzim der barê ciwanên Meletiyê ku xwe şewitandiye Ebu Muslum Dogan de hinek tiştan bêjim. Min berê Kurdbûna Meletiyê rexne kiribû. Min tund rexne kiribû. Lê hember van hevalên ciwan dixwazim di şexsê Zeynep Kinaci de nirxandinek nû bikim.Ev rumeta Kurdên Meletiyê ne. Ez jî xwe li hember van hevalan  berpirs hîs dikim. Berê min dengê Zeynep Kinaci jî guhdar kiribû. Li gorî min divê ji bo van hevalan li Meletiyê abîdeyek bê çêkirin. Divê Kurdên Meletyê bîranîna van şexsiyetên bi rumet bide jiyîn.”