ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-05 09:00:00   *Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Cansu Ozdemîr da zanîn ku bi komploya navneteweyî xwestine BOP bikin jiyanê û got berxwedana li Îmraliyê hatiye dayîn  planên hêzên tevli komployê bûne vala derxistin û ev jî ji gelan re bûye hêvî. DÎMEN HEYE   *Nûnera EŞÎK’ê ya Komeleya Jiyana Wekhev, Nazîk Işik da zanîn ku divê hemû namzet di hişmendiya zayenda civakî de bin û got: “Li cihê ku zîhniyet û zayend neyê gel hev, li gorî me di navbera jin û mêr de jî cudahî tune ye.” DÎMEN HEYE   *Hanîfe Gumuş a di Nobeta Edaletê de di salên 1990’î de koçî Îzmîrê kiriye û ev 40 sale têkoşîna azadî û edaletê dide. Hanîfeyê diyar kir ku heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin wê têkoşînê bidomînin. BI DÎMEN    *Di erdheja 6’ê Sibatê de ku piştî sê rojan şûnde dewlet çû Semsurê, piştî salekê hîna şopa erdhejê tezeye. Li her kolan û taxê avahiyên hilweşiyayî û yên li bendê hilweşînê ne hene. Semsûr piştî salekê dibêje ‘Em bêxwedî hatin hiştin.’ BI DÎMEN