Li Dûîsbûrgê ji bo Abdullah Ocalan qert hatin şandin 2024-02-02 22:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dûîsbûrg  a Almanyayê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya standê hate lidarxistin.   Standa ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a Dûîsbûrgê ve hat organîzekirin saet di 14.00’an de li ber Foruma li navenda bajêr destpê kir heta saet 17.00’an domiya.   Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin, hat destnîşankirin ku 34 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.   Di çalakiyê de her wiha bi sedan belavok hatin belavkirin û bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku tevlî meşa mezin a Sibatê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a 17’ê li Kolnê bê lidarxistin bibin.   Digel ku di çalakiyê de faşîstên Tirk 2 caran hewl dane provokasyon û êrîşan pêk bînin jî, ji aliyê ciwanên Kurd ve hatin dûrxistin.   Piştî çalakiya standê ku bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû, bi dehan qert ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatin şandin.