'Em ê Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin' 2024-02-01 15:04:03     WAN - Di Nobeta Edaletê ya Wanê de hat gotin:"Em ê Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin."   Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê ku di çarloveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatibû destpêkirin bi pêşengiya Komeleya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY -DER) û malbatên girtiyan hat destpêkirin di roja 58'an de dewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Qelqelî û gelek welatî tevli çalakiya Nobeta Edaletê bûn.    Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetin Uyar da zanîn ew ê bigihêjin armanca xwe û got :"Em ê Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin."   Namzeta Şaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay jî diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên cih û got di Meşa Azadiyê de jî me dît ku gel çawa li Birêz Ocalan xwedî derdikeve.    Çalakiya nobetê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" gotina kilaman û serdanan didome.