Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşan çalakiya konvedanê li dar xist 2024-01-16 14:42:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konvedanê li dar xist. Şêniyên Qamişloyê daxwaza rawestandina êrîşan kirin.   Dewleta tirk ji 4’ê Cotmeha 2023’yan ve êrîşên xwe yê li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir, êrişî binesaziyên heremê dike. Ji 12’ê Çileyê ve cihê petrolê yên Terpêspiyê û Dêrikê bombebaran kir. Di heman wextê de li Şehba, Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî bombebaran kir. Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konê çalakiyê li cem çerxerêya Şehîd Yasir Xanîka a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Gelê Sûriyeyê dagirkeriya Osmanî qebûl nake” veda û dê du rojan berdewam bike. Hêjayî gotinê ye ku li seranserê herêmê ev çalakî tê lidarxistin.   ‘Êrîşên li ser me tên meşandin tu carî me bê îrade nake’   Endama Kongra Star Şemsîxan Gulo, têkildarê konê çalakiyê axivî û got: “Êrîşên li ser me tên meşandin tu carî me bê îrade nake, em ji êrîşên dewleta tirk natirsin. Di Efrînê de 58 rojan me berxwedanî raber kir bê teredut û em ê di hemû êrîşan de berxwedanê bikin heta dawiyê û piştgiriya Rêber xwe bikin. Ji ber ku îro di zindana Îmraliyê de bi hezaran mirov wî dixwazin. Ev gel li ser piyan e û heya dawiyê wê li berxwe bidin.”    ‘Dewleta tirk çiqasî êrîşî me bike em ê xurtir bibin’   Her wiha Wetha Wanikê, helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: “Li dijî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me îro em hatine bin konê çalakiyê. Dewleta tirk çiqasî êrîşî me bike em ê xurtir bibin, dewleta tirk çiqas êrîşî me bike ew ê bin bikeve. Zarok û pîran qetil dike kanî mafên mirovan ku zarokên me qetil dike stasyonê me yên elektrîkê armanc digire binesaziya me armanc digre bila hesab ji dewleta tirk were xwestin.”