Yên îmze avêtin deklerasyonê: Divê bi muxatab re muzakere bên kirin 2024-01-13 09:06:43   Elfazî Toral   STENBOL - Hunermendên NÇM’ê Dengbêj Xalîde û Baran Bozyel ku îmze avêtin Deklerasyona "Em bibin dengê aştiyê" diyar kirin ku ew li dijî polîtîkayên tecrîd, xizanî û şer yên deshilatdariyê ligel hev in û wih agot: “Ji bo jiyanek azad hewce bi hawirek rehet heye. Divê êdî em bêjin êdî bes e. Divê bi muxataban re muzakere bê kirin.”   Li Stenbolê di 7’ê Çile de deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” ku ji alî  570 kesî ku nav de hunermend, rexnegirên hunerê, nivîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û akademîsyenên hunerê hebûn ve hatiye îmzekirin hat ragihandin. Deklarasyon, bi daxuyaniyeke li Hill Hotel a li Taksîmê hat ragihandin. Hunermendên Navenda çanda Mezopotamya (NÇM) û gelek wêjekar, muzîkjen, wênexêz û lîstikvan tevli bûn. Di deklerasyonê de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin û diyar kirin ku Abdullah Ocalan mifteya aşatiyê ye û divê demildest dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn.   Hunermendên NÇM’ê Dengbêj Xalîde û Baran Bozyel yên îmze avêtin deklerasyonê ji JINNEWS’ê re nirxandin kirin.   Li dijî polîtîkayên qirkirinê ligel hev in!   Xalîdeyê diyar kir ku ew ji bo dengê aştiyê bilind bikin hatine gel hev û wiha got: “Em hunermend û nivîskar bi yek daxwazekê hatin gle hev. Em bi îmzeya hev hatin gel hev. Ji bo em bêjin em zîhniyeta qirêj qebûl nakin em hatin gel hev. Me li dijî êrîşênli hember hunera Kurd îmze avêt. Em li dijî polîtîkayên zext û asîmîlasyonê ligel hev in. Em dixwazin bi teng, deng û zimanê xwe êrîşan beralî bikin.  Daxwaza me azadiye. Lê zîhniyet ji azadiyê ditirse."   ‘Deng bidin daxwaza me’   Xalîdeyê destnîşan kir ku bi zimanê Kurdî hunera xwe dike û wiha bang kir: “Divê civak ji gotina daxwazên xwe netirse. Ji azadiyê netirsin. Bi mirinê tiştek nakeve destê me. Mirin her tiştî dide windakirin. Zarok qetilkirin. Kezeba dayikan şewitandin. Tirkiye her diçe zêdetir xerab dibe. Daxwaza me ev eku deng bidin banga me. Dem dema yekitî û têkoşînê ye.”   ‘Wê bi banga me gel azad bibin’   Xalîdeyê wiha dawî lê anî: “Li ser gelê Kurd polîtîkayên şer pêk tên. Dibêjin pirsgisrêka Kurd tuneye. Li gorî xwe li gorî daxwazên xwe polîtîkayan dimeşînin. Tu kes nikare bêje pirsgirêka Kurd tuneye. Madem tuneye çima îro girtî di grevên birçîbûnê de ne. Ger tunebe çima evqas pirsgirêk tên jiyîn. Ger pirsgirêka Kurd tunebe çima îro hewce bi aştiyê heye. Em dubare dikin deng bidin banga me. Wê banga me azadiyê ji gelan re bîne.”   Tecrîd li her derê belav dibe   Hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel jî destnîşan kir ku wek keseke ku îmze avêtiye dekleraysonê dixwazin ku li dijî krîza şer a li Tirkiyeyê bisekinin û wiha bi lêv kir: “Li welat rewşa şer, krîz, tecrîd û gelek pirsgirêkên din dertên pêşberî me hunermend û muzîkjenan.Ji bo em ji van êrîşan re bêjin êdî bes e em hatin gel hev. Ji bo em bibin dengê aştiyê hatin gel hev. Liv î welatî hewce bi rehetiyê heye. Ji bo vê me îmze avêt deklerasyonê. Ji bo hemûyan hewce bi aştiyê heye.”   Hunermend li dijî desthilatdariyê bêdeng neman   Baranê daxuyakirin ku polîtîkayên desthilatdariyê her diçin giran dibin û wiha daxuyand: “Ligel me mirov mirin. Mirov ji birçîbûn û xizaniyê întîxar dikin. Hunermend bêguman nikaribûn li hember vê bêdeng mînin. Gelek hunermendan jî întîxar kirin. Ji ber vê em hatin gel hev û bûn yek. Ji bo jiyanek azad me îmzeya xwe avêt.”   ‘Divê muxatab bên gel hev...’   Baranê wiha dawî lê anî: “Daxwaza gel aştiye. Desthilatdarî ji bo aştî pêk neyê her tiştî dike. Pirsgirêka gelan bi hev re tuneye. Desthilatdarî ji bo beka xwe bimeşîne şer gur dike. Gel ne li alî şer in. Ji ber pirsgisrêka wan bi hev re tuneye. Ev 40 sale ev şer naqede. Xuyaye desthilatdarî naxwaze ev bê çareserkirin. Lê divê êdî em bêjin bes e. Divê muxatab bên gel hev. Divê her du alî bên gel hev û pirsgirêk bê çareserkirin. Divê ji nûve muzakere bê destpêkirin aştî bê nîqaşkirin.”