'Divê em bibin dengê girtiyan' 2024-01-13 09:05:10   Oznur Deger   MÊRDÎN - Dayika Zerdeşt Oduncu yê li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye, Selma Oduncu wiha got: “Gelek hîna nizanin ku li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Bila bizanin ku girtî li girtîgehan çi dijîn. Divê em deng bidin dengê girtiyan.”   Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Piştî vê heman daxwazê malbatên girtiyan dest bi Nobeta Edeletê kirin. Li Mêrdînê jî Nobeta Edeletê hat destpêkirin. Selma Oduncu da zanîn kurê wê Zerdeşt Oduncu jî di greve de ye û der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir û banga hestiyariyê kir.   ‘Ji 17 salî de girtiye’   Selmayê da zanîn ku kurê wê du salan li Mêrdînê 10 salan li girtîgeha Edîrneyê û ev du sale jî li girtîgeha Antalyayê giriye û got: “Kurê min 14 sale girtiye. 10 sale tenê di hucrê de dimîne. Niha li Antalyayê di cihekî wek qefes de dimîne. Gelek binpêkirinên mafan hene. Carekê ji ber qefes şikandin ceza danê û carek din kirin qefesê. Zilm li wan tê kirin. Ji bilî malbatê kes nikare biçe hevdîtinê. Birazî û xwarzî nikarin biçin. Kurê min ji 17 saliya xwe de girtiye. Her tim îşkenece li wan tê kirin. Bila ev îşkece bidawî be.”   ‘Ne girtîgeh divê em bikevin grevê’   Selmayê balkişand ser grevên birçîbûnê û wiha bi lêv kir: “Divê em dayik, parlametner û kesên li derve bikevin grevê. Ne girtîgeh divê em bikevin grevan. Rewşa wan ji xwe zehmete. Zarokên me dişinin girtîgehên dûr. Em dixwazin wan bînin cihên nêz. Em her tim nikarin biçin hevdîtinan. Dema nêz bin em dikarin biçin. Ava ceyran û pere jî ji girtiyan didin. Mehane 3 hezar têrî av û ceyrana wan nake. 175 sal ceza dan kurê min. Gelo kurê min çi kir ev ceza danê. Bila edelet pêk bê ku bêjin ka kurê min çi kiriye.”   ‘Em mafên xwe dixwazin’   Selmayê wiha bi lêv kir: “Ne tenê kurêmin Zedeşt bi sedan girtî hene. Ez dayika Zerdeşt tenê nînim. Dayika hemûya me. Hemû girtî wek Zerdeşt in. Tiştek bi yekî bê kezeba min dişewite. Divê dawî li vê zilmê bê. Bila aştî bê. Em mafên xwe dixwazin. Zerdeşt dema li girtîgeha Tekîrdagê bû ji bo azadiya Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Gelek nexweşiyên Zerdeşt hene. Gelek îşkence lê hat kirin. Ji mirinê vegeriya. Ez mehekê ligel nexweşxanê ligel wî mam. Zerdeşt niha di grevê de ye. Ez bêdengiya li dijî grevan rexne dikim. Agahiya gele kesî ji grevan tuneye.”   Selmayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku kurê wê Zerdeşt di 2019’an de bi mehan di greva birçîbûnê de maye û wiha bidawî kir: “Divê zarokên me îşkencê nebînin. Bila her kes tiştê ku girtî dijîn bizanin. Divê her kes bibe dengê girtiyan. Divê her kes bi hev re dengê xwe bilind bike.”