Ji dayika girtî banga ‘divê ev bêdengî bê şikandin’ 2024-01-13 09:03:11   ENQERE - Girtiyê nexweş Ekîm Polat rewşa wî her diçe giran dibe. Dayika wî Songul Îlker da zanîn ku dermankirina kurê wê tê astengkirin û wiha got: “Divê ev bêdengî bê şikandin. Girtîgehên Tîpa S û Y tên çêkirin. Di vê atmosfera siyasî de dibe ku sibê her kes li wir be.”   Girtiyên nexweşên giran ku ji bo dermankirinê tehliyeya wan nayê kirin, dermankirina wan bi awayekî kêfî tê astengkirin û dermankirina bi kelepçe tê ferzkirin. Yek ji van jî girtiyên nexweş Ekîm Polat e. Ekim di 2016’an de li Stenbolê hat binçavkirin û girtin. 24 sal ceza lê hat birîn. Ekîm ku salek û nîvekê li girtîgeha Tîpa L ya hejmar 5 a Sîlîvriyê ma, piştre surgunê girtîgeha Bandirma, Tîpa T ya Akhîsar a Manisayê û Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê hat kirin. 7 meh berê jî surgunê Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê hat kirin.   Ekîm li girtîgehê ji ber xerabûna rîtmê du caran qeyrana dil debas kir û her wiha nexweşê KOAH, tubekuloz, gurçik û diyabetê ye. Ji ber Hîpofîz jî laşê wî mezin dibe û hestî dihelin.   ‘Ji bo dermankirinê derziyên pêwist nayên kirin’   Songul Îlker da zanîn ku Ekîm 7 meh berê surgunê Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatiye kirin û  got nexweşiya wî her diçe giran dibe. Songulê wiha vegot: “Ji bo dermankirina Ekîm sê mehan derzî lê xistin. Lê piştî sê mehan şûnd bi awayekî kêfî ev hatin birîn. Niha nikare derziyên xwe li xwe bixe. Ji bo pêşî li dirêjbûna bejna wî bigirin dermankirin nehatiye destpêkirin. Nivîna hewce ya ortopedik nehatiye dayîn. Dermanê pêwist beriya du hefteyan nayê dayîn. Bê jî kêm didin. "   ‘ATK’ê hewl da serê nexweşiyê bigire’   Songulê destnîşan kir ku nexweşî bi tena serê xwe dikeve şûna raporê û wiha bi lêv kir: “Ji SaziyaTipa Edlî xwestina raporê ne ferz e. Mirovekî ku aqilbalixiya xwe temam kiriye her tim lingên wî mezin dibin, bejna wî dirêj dibe. Ev bi tena serê xwe dikeve şûna raporê. ATK nexweşiyê dizane û dibîne. Lê ji bo nexweşiyê manîpule bike vedişêre. Ev nexweşî ji mîlyonekê de di yek kesî de tê dîtin. Divê Ekîm demildest bê berdan. Ekîm li nexweşxaneyê tenduristiya xwe winda kir û bi vê nexweşiyê ket. Lê ne tê berdan ne jî tê dermankirin."   'Dermankirina bi îşkence red dike’   Songulê diyar kir ku nêrîna ku Ekîm dermankirinê red dike derew e û got Ekîm di şertên mirovahî de dermankirinê dixwaze, Ekîm ne dermankirinê, dermankirina bi îşkence red dike. Songulê di awiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “ Dermankirin mafê hemû girtiyan e. Lê bi awayekî kêfî tên redkirin, îşkence li girtiyan tê kirin. Ekîm ji bêdengiya derve nerehet e. Dixwaze ev bêdengî bidawî be. Divê ev bêdengî bê şikandin. Girtîgehên Tîpa S û Y tên çêkirin. Di vê atmosfera siyasî de dibe ku sibê her kes li wir be.”