ROJEVA 13'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-13 09:00:00   *13’yê Çileyê wek “Sersala Kurdan” tê qebûlkirin û her sal li gelek bajarên Kurdistanê sersal tê pîrozkirin.    *Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, derketina holê û çareseriya pirsgirêka kurd bi netewe dewletên ku li Rojhilata Navîn hatine afirandin nirxand, diyar kir ku li Rojhilata Navîn tifaqa li dijî kurdan a di salên 2000'î tu şensê serkeftinê nîne û got: "Kurd û Kurdistan ne wekî Îsraîleke duyemîn û ne jî mîna netewe-dewletên din dê nebin. Dê bibe hêzên pêşeng û cihê senteza nû ya modernîteyê ku pirsgirêkên bingehîn ên ku hemû bi wan re têdikoşin derbas bike." DOSYA   *Hunermendên NÇM’ê Dengbêj Xalîde û Baran Bozyel ku îmze avêtin Deklerasyona "Em bibin dengê aştiyê" diyar kirin ku ew li dijî polîtîkayên tecrîd, xizanî û şer yên deshilatdariyê ligel hev in û wih agot: “Ji bo jiyanek azad hewce bi hawirek rehet heye. Divê êdî em bêjin êdî bes e. Divê bi muxataban re muzakere bê kirin.” BI DÎMEN    *Dayika Zerdeşt Oduncu yê li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye, Selma Oduncu wiha got: “Gelek hîna nizanin ku li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Bila bizanin ku girtî li girtîgehan çi dijîn. Divê em deng bidin dengê girtiyan.” BI DÎMEN    *Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku şerê li Kurdistan û Fîlîstînê her diçe giran dibe û got: “Di esasa sêyemîn şerê cîhanê de li Rojhilat Navîn rîska belavbûna şer heye. Ji bre vê divê hem pirsgirêka Kurd hem jî ya Fîlîstînê bi riyên aştiyane bên çareserkirin ku Rojhilata Navîn nebe gola  xwînê.”    *Li Efrîna di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne, 9 jin hatin girtin û cezayê bidarvekirinê li du jinan hatin birîn. Jinên li Şehbayê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin:"Ma sûcê van jinan çi ye? Çima dewletên navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng in û bi erka xwe ranabin ? Bila herkes bizanibe ku jinên Efrînê li dijî vê neheqiyê ranawestin heta ku em tevahî jinên di bin dagirkeriya çeteyan de, azad dikin." BI DÎMEN    *Girtiyê nexweş Ekîm Polat rewşa wî her diçe giran dibe. Dayika wî Songul Îlker da zanîn ku dermankirina kurê wê tê astengkirin û wiha got: “Divê ev bêdengî bê şikandin. Girtîgehên Tîpa S û Y tên çêkirin. Di vê atmosfera siyasî de dibe ku sibê her kes li wir be.”   *Çalakgerên Nobeda Edaletê, bertek nîşanî tehliyenekirina Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê yê HPG'ê Agît Îpek bi kargoyê ji wê re hatin şandî dan û banga serbestberdana wê kirin. BI DÎMEN