Sakîne, Fîdan û Leyla li cihê hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2024-01-09 23:09:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên şoreşger ku hatin qetilkirin li Parîs û Frankfurtê,hatin bîrbîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.   3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Buroya Enformasyonê ya kurdistanê hatin bîranîn. Tevî gelê kurd, dostên kurdan ên fransî û hin hilbijartiyên fransî jî beşdarî bîranînê bûn.   Berdevka Karên Derve ya CDK-F Bêrîvan Firat: "Di ser komkujiyê re tam 11 sal derbas bûn û em dizanin ku li pişt vê komkujiya siyasî MÎT heye. Lê belê ji ber xala nepeniya dewletê ya li ser dosyayê, edalet tê astengkirin. Eger ev belge ji dadgehê re bihatana şandin, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer wê niha di nav me de bûna. Îstîxbarata Tirk li ser xaka Fransayê bi rehetî digeriyan, di 23’yê Kanûna 2022’yan de komkujiyeke din kirin. Em ji Fransayê re dibêjin dev ji bikaranîna Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî berde."   'Têkoşîna me wê ji bo Kurdan bidome’   Elie Jousseain (Nûnerê Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsa):"Piştî 9'ê Çileya 2013'an tam 11 sal şûnde xala nepenîtiyê ya di dosyayê de nehat rakirin. Tam 1 sal piştî vê 23'ê Kanûna 2022'an dozgeriya têkoşîna li dijî terorê nexistin dewrê. Lê tevî her tiştî lêgerîna me ya edaletê wê bidome.Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo parastina Kurdan bidomînin. Ez we hemûyan vedixwînim pêşandana fîlmê ku vê êvarê li Herêma 10’emîn a Parîsê pêk tê. Em ê bênavber daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistana serbixwe bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo civakek li ser esasê wekheviya jin û mêr bidomînin."   Li ser navê TJK-E û TJK-F Xanê Akdogan: "Ez hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Dijminên Kurdan bi hezaran sal in zilm û xwînxwariya xwe berdewam dikin. Lê belê zilma wan me xurt dike û têkoşîna me berfireh dike. Her ku em bi hêz dibin em nêzî azadiyê dibin.   Berpirsê Navdewletî yê Partiya Komunîst a Fransa Vincent Boulet: "Tevî ku em niha bi xemgînî li vir in, ji feraseta edaletê hêrs û hestên me yên birûmet berdewam dikin. Em ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil edaletê dixwazin. Ji sala 2013'an û vir ve 6 milîtanên Kurd hatin qetilkirin. hîn jî edalet pêk nehatiye. Ev ji bo Fransayê cihê şermê ye. Em dixwazin tavilê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê bê rakirin. Fabien Roussel (Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê) daxwaza ji Serokkomar Macron re ragihand. Di lêgerîna edaletê de divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya girtiyên Kurd ên di zindanên Erdogan de ne mezin bikin û em banga rakirina tecrîda li Abdullah Ocalan dikin.”   Renê Le Mignot MRAT (Tevgera Têkoşîna Li Dijî Nîjadperestî û Dostaniya Gelan): "Eger edalet pêk bihata, qetlîama din pêk nedihat. Ger PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bihata derxistin, ev cînayet nedihatin kirin. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku dev ji hevkariya xwe ya bi rejîma faşîst ê ku akademîsyen, xwendekar û rojnamevanan digire, berde. Her wiha di biryarên dadgehên navneteweyî yên Parîs û Brukselê de berî niha jî PKK hatibû ragihandin ku PKK ne rêxistineke terorîst e. PKK li dijî terorîstan û DAÎŞ’ê şer dike û em gelek deyndarê wan in. Heta ku edalet pêk were em ê li cem gelê Kurd bin."   Frankfurt   Sakîne Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ên di 2013’an de li paytexa Fransa Parîsê hatin şehîdxistin, li pêş Balyozaxaneya Fransî ya li Frankfurt a Almanyayê mîtîng hate lidarxistin.   Mîtînga ku ji aliyê TJK-E Hessenê ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.   Du dosyayên li ser herdu komkujiyên Parîsê hatibûn amadekirin pêşkêşî rayedarên balyozxaneyê hatin kirin. Di mîtîngê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî" û “Şahîd namirin” hatin berzkirin.