Komkujiyên Parîsê li Stockholmê hatin şermezarkirin 2024-01-09 15:37:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya Amara li Stockholmê çalakiyek lidar xist û pakrewanên herdu komkujiyên Parîsê bi bîr anî.   Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23'yê Kanûna 2023'yan li Parîsê hatin qetilkirin, li Stockholmê bi çalakiyekê hatin bîranîn.   Di çalakiyê de komkujî hatin şermezarkirin û nerazîbûn ji dewleta Fransayê re hate nîşandan ku tevî 10 salên di ser komkujiyê re derbas bûye, hîn jî edalet bi cih neaniye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Fransa şirîkê vî sûcî ye.   Her wiha hate destnîşankirin ku heta kujerên komkujiyan neyên darizandin, wê jin û gelê Kurd hesabê komkujiyan bipirsin.   Di çalakiyê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Çalakgeran desteguleke reş danîn ber sefaretxaneya bilind a Fransayê û find vêxistin. Têkildarî komkujiyan dosyayek radestî rayedarên li sefaretxaneyê hate kirin.