Hejmara rojnamevanên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 112 2024-01-09 15:04:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Hamas û Îsraîlê bê navber dewam dike, heya niha 23 hezar û 84 kesan jiyana xwe ji dest dane. Heya niha di encama êrişên Îsraîlê de, li Xezayê 112 rojnamevanan jî hatine kuştin.   Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de bê navber dewam dike, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve di êrişên Îsraîlê de ji wan herî kêm 10 hezar zarok, 7 hezar jin bi giştî 23 hezar û 84 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Ofîsa Medyayê ya hikumeta Xezayê, derbarê hejmara rojnamevanên heya niha di encama êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belav kir.   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hejmara rojnamevanên ji 7’ê Cotmehê ve li Xezayê di encama êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, bûye 112.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku rojnamevan Abdullah Beris û Muhammed Ebu Dayir jî di êrişên Îsraîlê de jiyana xweji dest dane.