Welatiyên Kantona Cizîr û Firatê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan 2024-01-09 14:16:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kantona Cizîrê û Firatê daketin qadan û komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kirin.   Li dijî komkujiya ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê pêk hatî, Kongra Star meşek li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar xist.   Bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê daketin qadan û bi dirûşma "Na ji tundiyê re” meşiyan.   Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Ciwan, gelê Amûdê û Qamişlo, Terbespiyê, Til Hemîs, Dirbêsiyê û Girkê Legê tevlî meşê bûn.   Di meşê de dirûşmeyên “Na ji dagirkeriyê re” û “Na ji îxanetê re“ hatin berzkirin. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên di komkujiyên li Parîsê û pankartên “Bi ruhê şehîdên Parîsê em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” hatibûn hildan.   Meş ji çerxereya Osman Sebrî ya li bajarê Qamişlo heya navenda Mihamed Şêxo ya çand û hunerê dewam kir. Meş li vir veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Kongra Star a bajarê Qamişlo Şaha Xelîl axivî û wiha got: "Heval Sakîne yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Heval Sakîne û hevrêyên wê berxwedaniyek mezin ji bo gel kirin. Ev komkujî ne tenê li Parîsê çêdibin, bi sedan komkujî li Tirkiyeyê li ser jinan tên kirin. Dixwazin îradeya jinan binpê bikin lê bila dijminê me baş bizane ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bin û tu carî berxwedana me ranaweste.”   Piştre li ser navê Kongra Star Cewahir Osman axaftinek kir û got: “Em hemû şehîdên xwe yên têkoşer bi bîr tînin û em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em bi navê jinên têkoşer van komkujiyên li Parîsê bi tundî şermezar dikin û banga me ji hemû rêxistinên navneteweyî re ew e ku bi erka xwe ya parastinê rabin. Dîsa jî em teqez dikin ku em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.”    Meş bi tilîliyên dayikan û dirûşmeya “Bimre Îxanet” bi dawî bû.   Li Kantona Firatê pakrewanên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn   Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, bi wesîleya 11’emîn salvegera komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan a li Parîsê, daketin qadan û pakrewanên komkujiyê bi bîr anîn.   Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, ji bo şermezarkirina komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan ku di encamê de yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, daketin qadan.   Di meşa ku bi pêşengiya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê pêk hat de, malbatên şehîdan û bi sedan şêniyên herêmê piştgirî dan. Meşa bi sedan li Qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” destpê kir û heta Dibistana Şehîd Seydo berdewam kir.   Piştre li ber Dibistana Şehîd Seydo ji bo bîranîna hersê jinên têkoşer û cangoriyên tevgera azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li vir Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mahabat Koçer axivî û diyar kir ku, Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye mînak.   Mahabat, destnîşan kir ku armanca komkujî û komployê têk birina tevgera azadiyê ya Kurd bû û wiha axivî, “Di dîrokê de gelek serhildanên gel ji aliyê desthilatdaran ve hate tepeser kirin. Hewl dan bi van êrîşan dawî li tevgera azadiya Kurd bînin. Di şexsê jinên pêşeng Sakîne Cansiz de xwestin vê yekê bikin. Hevrê Sakîne bi sekn, berxwedan û têkoşîna xwe bû mînaka jina azad.”   Piştî axaftinan meş bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.   Şehba                                          Kongreya Star Efrîn-Şehbayê yekemîn komkujiya Parîsê bi dirûşma "Geşkirina agirê berxwedanê tolhildana şehîdên Parîsê ye" bi meşekê bi bîr anî. Meşê ji qada ajokariyê ya navçeya Fafîna kantona Şehbayê dest pê kir û berê xwe da goristana pakrewanan a navçeyê. Gelê Efrîn û Şehbayê û hemû  xebatkarên saziyên herêmê beşdar bûn. Her wiha gel di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên komkujiya Parîsê û pankartên bi nivîsa "Parîs di tarîtiyê de ye, edalet li ku ye" û "Ji Sekîne û Evînan heta Jîna û Negîhanan, Jin, Jiyan, Azadî" hildan.   Piştî ku girse gihîşt goristanê meş, veguherî mêtingê paşê endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo axivî. Ferîda Îbo diyar kir ku hedefgirtina Sakîne Cansiz û rêhevalên wê, hedefgirtina fikrên azadiyê ye û got: "Em bi hurmet pakrewan Sakîne û rêhevalên wê bi bîr tînin. Di kesayeta Sakîne Cansiz de xwestin derbeyek li doza Kurd û fikrên azadiyê bixin. Li dijî faşîzma Tirkiyeyê hevala Sakîne têkoşiya û ji bo azadiya jinan her dem xebitî, lewre hate hedefgirtin. Em ê li Şehbayê bi çalakiyên xwe xeta îxanetê têk bibin û xeta berxwedanê bilind bikin. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna xwe bidomînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”   Hesekê   3 jinên têkoşer ji aliyê gelê kantona Hesekê bi hemû neteweyên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Suryan hatin bibîranîn û bi hezaran kes daketin qadan û gotin "Em hemû Sakîne ne".   Meşvanan wêneyên 3 jinên têkoşer, pankartên bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" , "Em hemû Sakîne ne" hilgirtin. Meşê ji ber çerxeriya Sînalko dest pê kir û li ber çerxereya Kevokê bi dawî bû û daxuyanî hat dayîn.   Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Kongra Star a kantona Hesekê Fatma Keleş teqez kir ku destkeftiyên şoreşa jinan bi ked û têkoşîna her sê jinan pêk hatiye û wiha anî ziman: "Felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku Sakîne Cansiz û hevalên wê di oxira wê de canê xwe dan, îro li tevahî Rojhilata Navîn û Efrîqayê dibe mîrasek ji hemû jinan re û di serî de serhildana jinên îranê û Rojhilatê Kurdistanê. Mixabin Parîsa ku bi edalet û azadiyê bang dike tenê weke gotin xwe dide nîşandan. Parîs li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Li hemberî edalet, wekhevî û azadiya jinan û civakê komkujî pêk tînin û heya roja îro ev komplo berdewam dike.”   Meş bi dirûşma " Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.