Ji Mêrsîn û Edenê ji bo Nobeda Edaletê banga hestiyariyê 2023-12-21 16:31:56     MÊRSÎN/EDENE - Li Edenê û Mêrsînê çalakiya Nobeda Edaletê bi serdanan didome. Di çalakiya îro de çalakvanan wiha bang kir: "Em bang li dayikan dikin ku piştevaniya têkoşîna zarokên xwe bikin."    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stebol, Edene û Mêrsînê dest bi Nobeda Edealetê kirin.   Mêrsîn    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) daye destpêkirin, di roja 18'emîn de berdewam dike. Jinên li taxa Yenîehirê îro serdana Nobeda Edaletê kirin.Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" serdana çalakvanan kir û qurnefîlên sipê dan çalakvanan.    Saniye Akbay a ku hatî serdana çalakiyê axivî û diyar kir ku divê bêtir Nobeta Edaletê û çalakiya greva birçîbûnê bikeve rojevê. Saniye, daxuyand li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û wiha bi lêv kir: "Divê demildest girtiyên nexweş serbet bên berdan. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em dixwazin tecrîda li hemberî gel bê bidawîkirin. Her wiha divê nasname û zimanê dayikê azad bibe. Baweriya me ya pêkhatina aştiyê ya li ser vê axê heye. Girtiyên siyasî rûmeta me ne."   Piştî Saniyeyê ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Eren axivî û bal kişand ser êrişa polîsan a li hemberî meşa ku dê li Edenê bihata lidarxistin û wiha bi lêv kir: "Çi dibe biba bibe em ê heta azadiya zarokên xwe têkoşîna xwe bidomînin. 18 roj in nobeda me didome. Em bang li dayikan dikin ku piştevaniya têkoşîna zarokên xwe bikin."    Edene   Çalakiya Nobeta Edalatê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin 18 roj in didome. Îro Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin û di serdanê de banga hestiyariyê hat kirin.