Dayik li ‘derve’ kurê wê li ‘hundir’ di çalakiya azadiyê de ye 2023-12-11 09:02:56   STENBOL - Girtiyan di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ greva birçîbûnê dan destpêkirin. Yek ji dayikên Nobeta Edeletê Fînce Akman diyar kir ku kurê wê jî tevli greva birçîbûnê ya dorveger bûye û got wê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin. Fînceyê wiha got: “Greva girtiyan daye destpêkirin pir girîng e. Divê hemû gelê me bibe dengê têkoşînê. Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bimeşînin û mezin bikin. Em jî li derve çi ji destê me bê em ê bikin.    Têkoşîna girtiyan têkoşîna me ye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin 33 meh in agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her çar alî cîhanê çalakî, meş û bername didomin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin. Girtiyên siyasî jî di 27’ê mijdarê de daxuyandin ku di çarçoveya kampanyayê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Çalakî di roja 15’emîn de didome û her diçe hejmara girtiyên tevli grevê dibin zêde dibe.   Daxwaza girtiyan azadiya fizikî ye   Yek ji girtiyê destpêkê tevli grevên birçîbûnê bû Yakup Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne ye. Piştî şewata di 19’ê Îlona 2019’an de li Daristana Aydos a Pendîkê derket şûnde, ya ku bi îdiaya ‘di çarçoveya faliyetên rêxistinê de daristan şewitandiye, yekitiya welat xera kiriye’ hat darizandin û 25 sal û cezayê muebeta giran lê hat birîn.    Dayika Yakup, Fînce Akman jî ku li derve li Stenbolê Nobeta Edeletê digire, der barê çalakiya ku kurê wê û girtiyên din daye destpêkirin de axivî.   Bedela Kurdbûnê…   Fînceyê daxuyakirin ku 25 sal û cezayê muebetê li kurê wê hatiye birîn û got: “Cezayê li kurê min hatiye birîn ne bi edalet e. Ji ber tu sûcê kurê min tunebû. Bêyî sûc cezayê muebetê dan kurê min. Dozger, dadger îfadeyên me li ber çavan negirtin. Îfadeya kurê min zelal bû. Got ‘ji ber ez Kurd im hûn min digirin.’ Tenduristiya kurê min ne baş e. Cezayê muebetê danê. Li vî welatî edalet, hiqûq tune ye.   ‘Bila dewlet daxwaza girtiyan bîne cih’   Fînceyê diyar kir ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ketine greva birçîbûnê û wiha dirêjî dayê: “Heta çareseriyek pêk neyê wê grev bidomin. Girtî di peyaman de diyar dikin ku heta çareseriyek pêk neyê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê wê grevê bidomînin. Divê dewlet di vî alî de çareseriyekê pêk bîne. Divê daxwaza girtiyan bîne cih. Divê dawî li dijhiqûqiyê bê anîn. Daxwaza girtiyan diyar e. Ji ber vê divê demildest daxwaza wan bê qebûlkirin. Titşek bê serê zarokên me em yek bêdeng namînin.”   Em ê xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin   Fînceyê di berdewamiyê de anî ziman ku wê xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin û wiha dirêjî dayê: “Greva girtiyan gelek girîng û bi nirx e. Ez têkoşîna wan pîroz dikim. Têkoşîna wan bi rûmet e. Li pey doza xwe ne. Maf û hiqûqê dixwazin. Ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin.”   ‘Banga têkoşînê’   Fînceyê wiha dawî lê anî: “Ez banga têkoşîna yekbûyî li hemû gelan dikin. Divê em deng bidin vê têkoşîna girtiyan. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Li ku derê dibe bila bibe em ê têkoşînê mezin bikin û bimeşînin. Zarokên me bi nirx in. Ew li hundir di grevê de ne. Divê em jî li derve çi ji destê me tê bikin. Têkoşîna girtiyan a me hemûyan e.”