Delegesyona Jinan a Navneteweyî çû serdana Komeleya Dema Jinan 2023-12-10 13:37:46     STENBOL - Şandeya Delegesyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst, nûnerên rêxistinên civakî pêk tê, çû serdana Komeleya Dema Jinan. Delegesyona Jinan a Navneteweyî li xebatên ji bo jinên kurd tên meşandin, guhdar kir.    Şandeya Delegesyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst, nûnerên rêxistinên civakî pêk tê do hat Tirkiyeyê û çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Dayikên Şemiyê, Jin bi hev re bi hêz in. Şandeyê bi serdanên xwe bal kişand ser tecrîd, binpêkirina mafên li girtîgehan û îro jî çû serdana Komeleya Dema Jinan.   Seroka komeleyê Dîlek Başalan û endamên komeleyê şande li avahiya xwe ya Beyogluyê pêşwazî kirin. Serdanê bi hevnaskirinê dest pê kir. Piştre endama komeleyê Newroz Unverdî behsa armanca avakirina komeleyê û xebatên ji bo jinên kurd dimeşînin kir.    Newrozê di heman demê de anî ziman jinên kurd bi zimanê xwe yê dayikê nikare bigihêje her mekanîzmayê û got komeleya wan di vî warî de jî xebatan dimeşîne.    Seroka komeleyê Dîlek Başalan behsa têkoşîna hevpar a tevgera jinên kurd û tevgera femînîst a li Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Başakê got jin li dora dirûşma "Jin jiyan azadî" hatine gel hevdu.    Komeleyê çenteyên li ser nivîsên "Jin jiyan azadî" ya bi 10 zimanan diyarî endamên şandeyê kir û serdan bi dawî bû.