Di 10 mehan de nêzî 4 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan hatine tomarkirin 2023-12-06 08:10:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Tekoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan, di nava 10 mehan de li Herêma Kurdistanê nêzî 4 hezar bûyerên tûndiya li dijî jinan hatine tomarkirin.   Rêvebera Rêveberiya Giştî ya Tekoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan û Malbatê Fênik Şefîq, têkildarî amarên tundiya li dijî jinan ji ajansa Rojnewsê re axivî.   Di derbarê zêdebûna bûyerên tûndiya li dijî jinan de Fênik Şefîq got; “Sedemê zêdebûna tûndiyê ji ber wê çendê ye ku civaka me xwedî hişmendiya zilamsalari ye û ev hişmendî di astek bilind de ye.”   Fênik Şefîq eşkere kir ku ji serê salê ta meha Cotmehê, li Herêma Kurdistanê nêzî 4 hezar bûyerên tûndiya li dijî jinan hatine tomarkirin. Fênik da zanîn ku li ofîsên rêveberiya wan 13 hezar dosyayên girêdayî jin û keçan arasteyî dadgehan hatine kirin.   Di dewamê Fênik Şefîq destnîşankir ku cûrên tundûtijiyê guherîne û niha tûndiya bi rêya elektronî û torên medya dijîtal zêde bûne.   Rêvebera Rêveberiya Giştî ya Tekoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan û Malbatê Fênik Şefîq, da zanîn ku îsal amarên kuştina jinan li gorî salên borî kêm bûye û got: “Bicihanîna yasa û tedbîran rolek berbiçav di kêmbûna tûndiya li dijî jinan de heye.”