Hevseroka CDK’ê Nurşen Nergîz: Roj roja bilindkirina deng e! 2023-11-27 09:06:27     Marta Somek   STENBOL - Hevseroka CDK’ê Nurşen Nergîz pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî’ nirxand û got: “Min azadî, îrade û her tiştê xwe ji felsefeya Rêber Apo girt. Piştî min Rêber Apo xwend, min ew nas kir xwe xurt hîs kir.  Roj roja bilindkirina deng e. Heta em dengê serokatiyê nebihizin ji me re rehetî tune ye. Divê her kes di pêngavê de cih bigire.   Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin. Di 3’ê mijdarê de li Luzernê  ji bo Rêberê PKK’ê çalaki pêk hatin û zincrîra mirovahiyê hat destpêkirin. Di zincîra mirovahiyê de der barê ewlehî, tenduristî û jiyana Abdullah Ocalan de fikar hatin ziman û hat gotin ku divê demidlest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.   Hevseroka Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk a Luzernê (CDK) Nurşen Nergîs der barê armanca pêngavê de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Min azadiya xwe ji felsefeya Rêber Apo girt’   Nurşenê daxuyakirin ku gelê Kurd û jin ji paradîgma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bandor bûne û got: “Rêber Apo, ji bo gelê Kurd têkoşiya û li hemû cîhanê da nasîn. Kurd îro xwe îfade dikin û ev bi saya serokatiyê ye. Hele ku jin. Wek jinekê min azadiya xwe ji felsefeya Rêber Apo girt. Piştî min ew nas kir min Rêber Apo xwend min xwe xurt hîs kir.”   ‘Min azadiya xwe di azaiya serokatiyê de dît’   Nurşenê wiha dirêjî daye: “Tecrîda giran her diçe girantir dibe. 33 meh e agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Rêber Apo sedema hebûna me ye. Ji ber vê heta ku Rêber Apo azad nebe çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez azadiya xwe di azdaiya wî de dibînim. Di 10’ê cotmehê de li 74 welatî ji bo Rêber Apo pêngav hat destpêkirin. Em hewl didin hemû kesî tevli vê pêngavê bikin.”   ‘Me zîncira mirovahiyê ava kir’   Nurşenê destnîşan kir ku li welatên Ewropayê di çarçoveya pêngavê de komîte ava kirine û got: “Niha li kantonên Swîsreyê komîteyên serokatiyê hatina avakirin. Di van komîteyan de komîsyon hatin avakirin. Berdevk hatin hilbijartin. Niha lingê dîplomasiyê pir baş tê meşandin. Li Swîsreyê her roj hevdîtin tên kirin. Bi parlametneran re me li Luzernê civîn pêk anî. Hemû gelê me hatin gel hev. Me ji bo zarokatiyê zîncîra mirovahiyê ava kir.”   Li zanîngehê panel   Nurşenê daxuyand ku li her derê çalakiyan didomînin û wiha bi lêv kir: “Çalakiyên me deng dan. Her kes li me geriya. Gotin çi bikeve ser milê me em ê bikin. Di 11’ê Mijdarê de li Zurîhê bi pêşengiya xwendekaran çalaki pêk hat. Em tevli bûn.  Komîteyan plansaziya sê meha derxist. Di 24’ê Mijdarê de li zanîngeha Swîsreyê der barê serokatiyê de panel pêk hat.Ciwan li her derê zarokatiyÊ vedibêjin. Ciwanên Swîsreyê ji vê bi erênî bandor dibin. Ciwanekî  Swîsreyî heye ji Kurdan bi bandor bûye û ji bo parastina mafê Kurdan hiqûqê dixwîne.”   ‘Serokatî wê çareseriyê bîne’   Nurşenê destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîbûna polîtîkayên şer ji Îmraliyê derbas dibin, navnîşan Îmrali ye û Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye. Nurşenê wiha bi, lêv kir: “ Serokatî wê aştî, aramî û demokrasiyê bîne.  Ger îro hevdîtin bi serokatiyê re bihata kirin wê pêşî li şerê li Rojhilata Navîn bihata girtin. Ji ber projeya serokatiğyê aştiya Rojhilata Navîne. Divê demildest hevdîtin bên kirin. Bi dîlgirtina seorkatiyê xwestin fikrên wî dîl bigirin. Lê ew di dile me hemûyan de ye. Em her roj gotinên serokatiyê tînin ziman. Serokatî li serê çiyane, di televîzyonan de li malên her kesiye, li qadane.”   ‘Divê demildest hevdîtin bê kirin’   Nurşenê banga hevdîtina lezgîn kir û wiha berdewam kir: “Wisa ji serokatiyê ditirsin ew tecrîd kirine. Tecrîda giran bi salan e didome. Lê gel li ser parêznameyên wî têkoşîna xwe domandin. Îro bi sedhezaran gerila hene.Divê her kesê xwedî wijdan tevli vê pêngavê bibe. Divê demildest her kes çi ji dest ê wan tê bê kirin. Divê hevdîtin hema bên destpêkirin. Roj roja ku her kes dengê xwe bilind bike ye. Divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan rabe ser piyan. Bi raybet jî gelê Kurd û jin. Divê hemû jin di têkoşîna pêngavê de cih bigirin. Roj roja bilindkirina deng e.”