Li Êlihê destkeftiyên jinan di hedefa desthilatdariyê de ne 2023-11-27 09:05:20     Pelşîn Çetînkaya   ÊLIH - Endama PM'ê ya DBP'ê  Nurten Uzumcu destnîşan kir ku li Êliha ku di salên 90’î de koçberiyek mezin girtiye, jin di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ne û got li dijî êrîşan yekane rê têkoşîna jinan a rêxistinkirî ye û divê ev têkoşîn bê mezinkirin.   Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ku tunekirina çandê hedef digire, herî zêde jin û zarokan hedef digire. Li Êlihê civak bi polîtîkayên şerê taybet re tê rûhev. Li Êlihê ku ji salên 90’’i heta niha kuştin û întîxarên jinan derdiketin pêş niha hişbir û fuhuş zêde bûye. Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) Nurten Uzumcu der barê mijarê de axivî.   Li Êlihê polîtîkayên şerê taybet   Nurtenê da zanîn ku Êlih di salên 90’î de navçeyek biçûk bûye û piştî gund vala bûne  bi awayekî cidî gel koçî Êlihê kiriye û wiha dirêjî daye: “Piştî şewitandina gundan mirov hatin Êlihê bi cih bûn. Wan salan ji ber zextan kuştinên jinan û întîxar pêk dihatin û niha jî fuhuş û hişbir zêde bûye.”   ‘Aramî tune ye’   Nurtenê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Bi hişbir û fuhuşê bajarê xira bûye. Ciwan ji rê derdikevin. Bikaranîna hişbirê heta temenê zarokatiyê ketiye. Dibêjin li Êlihê aramî heye lê her roj li parkan cesedek tê dîtin. Agahiyên întîxarê dertên holê. Dewlet van lîstikên qirêj bi zanebûn dike.  Ev hemû girêdayê şerê taybetn. Desthilatdarî li dijî gumanbarên jinan qetil dikin polîtîka bêcezahiştinê pêk tîne. Ji ber vê kuştinên jinan jî zêde dibin. Gumanbar ji polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê digirin.”   ‘Divê mekanîzmayên parastinê bên avakirin’    Nurtenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên ku deshtilatdarî pêk tîne êrîşa li hembger nasnameya jinê ye û wiha dawî lê anî: “Divê em li dijî van êrîşan di têkoşînê de bin. Divê mekanîzmayên ku jinan diparêzin bikevin dewrê. Divê jin xwedî zanîn bin û di vê mijarê de xebat hebin. Em wek meclîsa jinan di vî alî de xeta têkoşînê ava dikin. Em ê li dijî êrîşan têkoşînê mezin bikin.”