Dayika Roza Amed: Dema digot ez natirsim du salî bû 2023-11-27 09:03:25     AMED - Roza Amed li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest da û 7 salan hestiyên wê radestê malbatê nehatin kirin. Hincet jî ‘di testan de nav tevlihev bûne’ hat gotin. Dayika Roza Amed, Azîze Goktekîn da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e.   Bahat Goktekîn (Roza Amed) di 2014’an de  piştî DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir, tevli Yekîneyen Parastina Jinan (YPJ) bû û di 2015’an de piştî qedexeyên derketina drve çû Nisêbînê û di 24’ê Nîsana 2016’an de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Rozayê ji aliyê dewletê ve li Goristana Yenîkoy a Baglar a Amedê hat definkirin û nedan malbatê. Bi hewldana parêzerên MEBYA-DER’ê, 7 sal şûnde gotin ‘di testan de nav tevlihev bûne’ û cenaze teslîmî malbatê kirin. Hestiyên Rozayê ligel gora bavê wê ku 7 meh beriya hestiyan bigirin qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da hat definkirin.Dayika Rozayê Azîze Goktekîn û xwişka wê Fatma Gokturk yên li Farqînê dijîn der barê mijarê de axivîn.   ‘Ji bo azadiyê hewldana wê hebû’   Dayika wê Azîzeyê da zanîn ku Roza keçek wêrek bû û got: “Rojekê em çûn baxçe. Li dora me leşker hebûn. Min got ‘binêre gelek leşker hene’. Wê jî got ‘ez natirsim.’ Wê demê du salî bû. Ez bi têkoşîna wê serbilind im. Keça min bi zimanê xwe her kes rêxistin dikir. Hewldanên wê mezin bûn.”   Hincet ‘nav tevlihev’ bûne!   Azîzeyê wiha domand: “Rojzayê di 21’ê Adara 2014’an de tevli PKK’ê bû. Piştî jiyana xwe ji dest da me zehmetiyên mezin kişandin. Dozgerî ji bo hestiyan nede em her tim mijul kirin. Me bihist ku şehîd ketiye lê me bawer nekir. Erkdarên dewletê li me geriyan. Min çû testa DNA’yê da. Lê tiştek derneket. Ez kêfxweş bûm min got keça min dijî. Bavê wê jiyana xwe ji dest da. Midûriyeta Mêrdînê li min geriya. Got test derketin û tevli hevlihev bûne. Li ser vê 6 mehan ez mijûl kirim.”   ‘Keça min divê tenê nehatiba oxirkirin’   Azîzeyê wiha domand: “Emniyet herî dawî li kurê min geriya. Gotine roja înê bên cenaze bigirin. Roja înê çûn nedan. Em 5 caran çûn dozgeriyê. Piştre em çûn emniyetê. Piştre jî em çûn Mêrdînê. Em du hefteyan li wir man. Em çûn MEBYA-DER’ê.  Me parêzerek girt. Emniyet li me geriya. Em saet di 13.30’an de çûn goristanê. Gotin her tişt amade ye. Ambulans nedan me. Me ji xwe re anî. Me bi awayekî bêdeng cenazeyê xwe girt. Em hatin Farqînê em birin qerekolê. Ez, kurê xwe û kurê tiye min bûn. Wêneyên min girtin. Keça min divê wisa tenê nehatiba oxirkirin. Ez bi keça xwe serbilind im. Heta dawiya jiyana xwe ez ê li ser şopa keça xwe bim. Ez dayika şehid im, ez dayika lehengê me.”   7 salan ne zelalî…   Xwişka Rozayê, Fatmayê jî da zanîn ku ev 7 sal ji bo wan gelek giran bûye û wiha got: “Gundiyên ku zarokên wan jî şehîd bibûn gotin Roza jî şehîd bûye.  Dayika min çû testa DNA’yê da. Me encamek ji testa DNA’yê negirt. Me got sax e an jî bedena wê di bin kavilan de maye. Roza carna dihat xewnên min. Digot ‘were min derxe’.Ev 7 sal ji bo me pir zehmet bû. Ji ber tiştekî zelal tunebû.  Her kesî titşek digot.Tevî hemû zextan me hestiyên Rozayê girt. Piştî bavê min wefat kir agahî hat. Gotin cenaze li goristana Yenîkoy a Amedê ye. Di ser re dîsa 6 meh derbas bûn. Me tevî her tiştî cenaze girt û ligel bavê min defin kir. Bavê min bi wê êşê mir. Ji ber vê me bir cem bavê min.”