Di 20 salên dawî de zextên li ser jinan zêde bûn 2023-11-23 20:28:39   NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî rapora ku ji aliyê du saziyên Neteweyên Yekbûyî ve hatine weşandin, di sala 2022’an de hejmara jin û zarokên keç ku li cîhanê hatine qetilkirin gihîştiye asta herî bilind a 20 salên dawî.   Li gorî raporek ku du saziyên Neteweyên Yekbûyî roja Pêncşemê belav kirin de nêzîkî 89,000 jin û zarokên keç di sala borî de bi qestî hatin kuştin.   Li gorî UN Women, saziya Neteweyên Yekbûyî ku ji bo wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan û UNODC, ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo têkoşîna li dijî tiryak û tawanan e, zêdetirî nîvê van kuştinan ji sedî 55 ji hêla endamên malbatê an hevjînên xwe ve hatine kuştin.   Li beramberî vê, tenê ji sedî 11 cînayetên li dijî mêran di qada taybet de hatine kirin. Herî zêde cînayetên li dijî jin û zarokên keç bi 20 hezar bûyeran Efrîqa yekemîn e û piştî wê jî Asya tê.   Raporê bi bîr xist ku tundiya li dijî jin û zarokên keç yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî berbelav li cîhanê ye, ev rapor beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê hate weşandin.   Rêvebera UNODC’ê Ghada Waly di daxuyaniyekê de got: "Hejmara metirsîdar a kuştinên jinan tîne bîra me ku heya çi astê mirovahî hîna bi newekhevî û tundiya kûr a li dijî jin û keçan re mijûl dibe."   Waly wiha berdewam kir: “Her jiyana windakirî banga çalakiyê ye. Da ku tu jin an keç ji ber zayenda xwe nekeve fikara jiyanî, ji bo bi lezgînî newekhevî çareser bibe, dadweriya tawanan baştir bibe em vê bangewaziyê dikin.