ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-05 09:00:33     *Aktivîsta TJA’yê Solmaz Ozlen destnîşan kir ku li Panosê ji ber pergala feodal û eşîretê her wiha polîtîkayên dewletê, qirkirin û tundiya li dijî jinê gelek zêde bûye û ji ber vê zihniyetê ser bûyeran tê girtin. Solmaz, anî ziman ku ew ê têkoşîna jina rêxistintinbûyî li her derê belav bikin û li cem jinan bin. DÎMEN HEYE   *Parlamentera HEDEP’ê Burcugul Çubuk ku çû serdana girtîgehên Şakran û Kiriklarê, tabloya binpêkirina mafan vegot û daxwaza girtiyan ya ku bila tecrîda Îmraliyê bikeve rojevê anî ziman.  DÎMEN HEYE   *Li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarê ku ji starbûnê heta veguhestinê di her qadê de pirsgirêkan dijîn û bi destdirêjiyê rû bi rû dimînin hewl tê dayin bi TOMA’yan ewlehiya wan pêk were.  Endama Piştevaniya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcleyê Elîf Tan li dijî neçareseriyan axivî û da zanîn ku ew bi xweserbûnê dikarin ewlehiya xwe pêk bînin û pirsirêkên xwe çareser bikin. Elîfê banga rêxistinbûyinê kir. DÎMEN HEYE