ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-17 09:00:00     *Jinên Hêşerîyî, xwarina herî sereke ya mitbexên Kurd girarê di sîtîlan de dikelînin û dibin ser sifreyan. DÎMEN HEYE   *Aktivîsta Îranî Ghazale Motamed da zanîn jin ev saleke ji bo azadî û edaletê çalakiyan pêk tînin û bedelên giran didin. Ghazela wiha got: “Jin û komên bindest dibêjin êdî şûnde gavê navêjin û heta komara îslamî nekeve wê şoreş bidome.”   *Di ser erdhêja navenda wê Mereş bû û bandor li gelek bajaran kir re 7 meh derbas bû. Tevî vê hîna pirsgirêkên hewcedariyên welatiyan didome. Li Semsûrê jinan diyar kir ku ne alîkarî ji bo wan hatiye dayîn ne jî kesî li rewşa wan pirsiye.   *Her ku dem di ser erdhêjê re derbas dibe çapemeniya alîgir di vê mijarê de hejmara nûçeyên taybet kêm dike. Yanî di alî çapemeniyê de ji bo xwe pratîkek ‘ bê rîsk’ datîne holê. Em li nûçeyên çapemeniya alîgir binêrin, der barê erhejê de ji nûçeyên awarte û sansasyonel wêdetir, hilweşîna polîtîk a erdhejê nayê dîtin.