Jin li Wanê ji bo Jîna Emînî meşiyan: Em tên desthilatdariya we bihejînin 2023-09-16 15:42:27       WAN – Jinên ku li Qada Beşyolê ji bo Jîna Emînî hatin li cem hevdû, meşiyan û gotin: “Em tên desthilatdariya we bihejînin.”   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi minasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Wanê, rêxistinên DBP û HDP’yê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Saziyên civakî yên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Parka Dabaogluyê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve" û lolîpopên wêneyên ku Jîna Emînî li ser bûn hatin bilindkirin. Bi hinceta qedexeya walîtiyê ya li bajêr polîsan destûr nedan ku jin bên cem hevdû. Bi dehan polîs, hêzên çewîk, TOMA, maşîneyên zirxî girse dorpêç kirin. Lê belê jinan dorpêç derbas kirin û hatin qadê. Li dijî astengiyan jinan dirûşmeyên “Zeng Zendegi Azadî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Zext nikarin me bidin sekinandin”, “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaatê nakin” û “Girtiyên siyasî nirxên me ne” berz kirin û serî rakirin.   ‘Em ê desthilatdariya we hilweşînin’   Piştî muzakereyê daxuyanî hat dayîn û li ser navê jinan Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî. Gulcan, anî ziman ku bi pêşengiya jinan dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” derketiye holê û veguheriye “felsefeya jiyanê.” Gulcan, wiha pê de çû: “Lê belê mixabin em li ser vê xakê dema dengê xwe derdixin me dorpêç dikin. Di şexsê Jîna Emînî de çawa ku jinan rejîma Mollayê hejand, desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bi pêşengiya jinên kurd û tirk wê bê hilweşandin.”   ‘Wê têkoşîn berdewam bike’   Gulcan, destnîşan kir ku çawa ku li Rojava di şexsê jinê de şoreşa jinê pêk hatiye û pêşengiya wê derê veguheriye sembola serkeftinê, di şexsê Jîna Emînî de jî sembola azadiya jinê derketiye holê. Gulcan, wiha axivî: “Çawa ku Leyla Qasiman, Sakîneyan, Sêvêyan ev têkoşîn anîn heta vê rojê, ji vê şûnde jî ev têkoşîn wê berdewam bike.”   Banga ji bo kampanyaya 6 mehan     Gulcan, da zanîn ku TJA'yê duh li Rihayê starta xwe ya 6 mehan daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li jinên Tirkiye û hemû jinên dinê dikim; Em hêzê bidin kampanyaya xwe û dengê têkoşînê bigihînin cihê herî bilind.”   Girse ber bi HDP’ê ve meşiya   Piştî daxuyaniyê girse kom bi kom hat belavkirin. Girse piştre li kolana Ezberciyan hat cem hevdû û li vir ber bi avahiya HDP’ê ve meşiya. Li vir jî polîsan xwestin girseyê astenge bikin, lê belê jinan astengî nas nekir.