Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin 2023-09-16 15:13:25       ENQERE - Emîne Şenyaşar a emeliyat bûbû ji nexweşxaneyê hat derxistin û ji ber pirsgirêka nexweşiyê dê heta 6’ê cotmehê navber da Nobeda Edaletê.    Emîne Şenyaşar a ku bi salan e li edaletê digere çend roj berê ji çongên xwe emeliyat bûbû. Emîne Şenyaşar ji ber emeliyatê û rewşa tenduristiya xwe neçar ma ku di roja 49’emîn a Nobeda Edaletê de ya li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin navber bidê. Emîne Şenyaşar a li nexweşxaneyê tedawî dibû jî peyama berdewamiya Nobeda Edaletê da.    Emîne îro ji nexweşxaneyê hat derxistin û diyar kir ku ji ber ew nexweş e dê demek kin çalakiyê neke. Emîne heta roja 6’ê cotmehê ku wê danişîna doza lawê wê Fadil Şenyaşar li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin, navber da çalakiya xwe. Emîne Şenyaşar a ji ber nexweşiyê navber da çalakiyê vegeriya navçeya Pirsûsa Rihayê.