Pêşniyazpirsa ji bo zimanê kurdî, paşve hat vegeradin 2023-09-16 12:42:09     WAN – Pêşniyazpirs a bi kurdî ya ku Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pêşkêşî Meclîsê kiribû, paşve hat vegerandin. Gulcan, li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanda û got: “Dev ji mebestên îdeolojîk berdin, divê pêşî li zimanê zikmakî neyê birîn, nêzîkatiyeke mirovî, exlaqî û pedagojîk bê nîşandan.”   Parlamentara Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê re ji bo bersiva nivîskî bide di 14’ê îlonê de ji Serokatiya TBMM’ê re pêşniyazpirsa ya bi kurdî da. Gulcan, di pêşniyazpirsa xwe ya bi 5 pirsan de astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî yên kurdî bi bîr xist û pirs kir ku çima perwerdeya bi zimanê dayikê nayê qebûlkirin. Qeyda pêşniyazpirsê ya nehat kirin, Gulcan li ser medyaya dîjîtal parve kir ku pêşniyazapirs a kurdî paşve hatiye vegerandin.     ‘Kurdî wek zimanê ‘X’ hat dîtin’   Gulcan, li ser medyaya dîjîtal di parvekirina ku kir de ev tişt got: “Pêşniyazapirs #Kurdî ya ku me pêşkeşî Meclîsê kiribû hat vegerandin. Kurdî dîsa wek zimanê ‘X’, ‘zimanê nenas’ hat dîtin. Daxwaza bingehîn a her kurdekî perwerdehiya bi zimanê dayikê û ewlehiya destûrî ye. Ji bo vê jî divê di zûtirîn demê de astengiyên ku zimanê dayikê sînordar dikin ji holê bên rakirin. Divê Gelê Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde û xizmetên xwe bibîne. Cihê ku pêşiya vê bê vekirin TBMM ye. Divê êdî ji şerma ‘zimanê nayê zanîn’ di serdama 28’emîn de bi dawî bibe. Îro jî saziyên dewletê ne di wê rewşê de ne ku pêşniyarek bi #kurdî fêm bikin. Ma bêyî têgihîştinê, bêyî hewldana têgihiştinê, bêyî naskirina zimanê dayikê yê gelan nîqaşkirina Destûra Bingehîn a nû pêkan e? Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî di her mijarê de nêrîna xwe tîne ziman, çima daxwazên zimanê zikmakî paşguh dike? Dev ji mebestên îdeolojîk berdin, divê pêşî li zimanê zikmakî bê vekirin, nêzîkatiyeke mirovî, exlaqî û pedagojîk bê nîşandan.”