Çalakiyên bîranîna Jîna Emînî li Rojava dest pê kirin 2023-09-16 11:20:45       NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bîranîna Jîna Emînî û ‘Serhildana Jin Jiyan Azadî’ dest pê kirin.   Bi pêşengiya jinan, bi sedan şêniyên Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da qadên çalakiyên bîranîna Jîna Emînî. Jina Kurd Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'yan de bi hinceta ku serê xwe baş girê nedaye, ji aliyê "Polîsên Exlaqê" yên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin.   Piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi pêşengiya jinan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" serhildana gel dest pê kiribû.   Bi munasebeta salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî û serhildanê tevger û rêxistinên jinan ên Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê çalakiyan li dar dixin.