Bavê Jîna Emînî hat binçavkirin 2023-09-16 10:53:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hemwextê yekemîn salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ku piştî şehîdbûna jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirî de, bavê Jîna Emînî Emced Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.   Di hemwextê yekemîn salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ku piştî şehîdbûna jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirî de, bavê Jîna Emînî Emced Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.   Li ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re salek derbas dibe. Di xwepêşandana de encama gef, êriş, zext û gulebaranên hêzên rejîma Îranê de zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî hatin girtin û birîndarbûn. Her wiha li gel van 4 xwepêşander jî hatin darvekirin.   Malpera Îran International ragihand ku di salvegera yekem a Serhildanê de, bavê Jîna Emînî Emced Emînî, piştî ji mala xwe derket, ji aliyê pasdarên Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.   Hêjayî gotinêye ku beriya hefteyekê dayik û bavê Jîna Emînî Mojgan Îftîxarî û Emced Emînî bi munasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek ji raya giştî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê re belav kirin û wiha ragihandin: “Wek her malbateke dilşewitî û dilşkestî, di salvegera şehadeta kezeba me Jîna (Mehsa) Emînî de li gora wê ji bo hemû evîndarên me yên wefat kirin kom bibin ku em ê di yekemîn salvegera çûna wê de merasîmên kevneşopî û olî li dar bixin. Daxwaz ji her kesê ku beşdarî merasîmê bibin dikin ku xwe ji her cure kiryarên tundutujî û bertekên li hember tundiyê dûr bixin.”   Malbata Jîna Emînî ji destpêka qetilkirina Jîna Emînî ve bi zextên hêzên Îranê rû bi rû dimînin ku bibêjin keça wan ji ber nexweşiyeke demdirêj jiyana xwe ji dest daye. Di çarçoveya van gef û zextan de, di rojên borî de xalê Jîna Emînî Sefa Aîlî ji aliyê hêzên emnî ve li Seqîzê hate binçavkirin.