Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû hat çêkirin 2023-09-16 10:31:22       NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Ridvan Îbrî ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek amade kir û wek klîbekê belav kir.    Îro 16'ê Îlonê salvegera qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ye. Jîna di 16'ê Îlona 2022'yan de li Tahranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin. Serhildanên piştî qetilkirina Emînî dest pê kir, salek in berdewam dikin.    Hunermendê kurd Ridvan Îbrî li ser bîranîna Jîna Emînî stran û klîba bi navê "Jîna Emînî" amade kir. Kom Muzîkê klîbê li ser hemû hesabên xwe yên platformên medya dîjîtal belav kir.    Rıdvan İbri - Jîna Emînî (2023 © Kom Müzik) - YouTube