Serhildana jin jiyan azadî: Em dikarin xwe rizgar bikin 2023-09-16 09:09:22       Zelal Tunç    NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya di 16’ê îlona 2022’yan de dest pê kir salek li pey xwe hişt û bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ket dîroka cîhanê. Rojnameger Pune Aşitiyane bang li jinan kir û got: “Yên ku me xilas bikin dîsa em jin in. Divê em xwedî hişmend bin xurt bin. Divê em aboriya xwe bi dest bixin. Em xwe organize bikin. Rizariya me di destê me de ye.”   Çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ ku piştî qetilkirian jina Kurd Jîna Emînî ya bi pêşengiya jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir û li cîhanê deng da, salek li pey xwe hişt. Rojnameger Pune Aşitiyanî ya li Îranê dijî, pêvajoya salekê ji ajansa me re nirxand.   Pune diyar kir ku jin bi salane li dijî rejîma Îranê li berxwe didin û got: “Jinên Îranê 43 sal in polîtîkayên li dijî jinan protesto dikin. Evqas sal mêran em tenê hiştin. Lê piştî Jînayê mêran girîngî dan daxwazên jinan. Jîna jinek ciwan a Kurd bû.  Jîna bû sedema xwedî hişmendîbûna gelê Îranê. Gelên din ên Îranê ji êşan agahdar bûn.”   ‘Gelek ciwan bi îşkenceyê hatin kuştin’   Pune bi lêv kir ku jinan dengê ‘jin jiyan azadî’ bi cîhanê dane bihîstin û wiha diyar kir: “Sala borî di civaka Îranê de pir tişt guherîn. Jinên Îranê dengê xwe dan bihîstin. Me gelek welatiyên xwe winda kirin. Hikûmeta Îranê di serhildanê de gelek ciwan bi îşkenceyê kuştin. Li kolanan ciwan û jin hatin qetilkirin. Zarok hatin qetilkirin. Gelek kes hatin girtin îşkence lê kirin û cezayê darvekirinê lê birîn. Li ser malbatên kesên tevli çalakiyan bûbûn jî zext zêde bûn. Cevad Ruhî hefteya borî li girtîgehê hat qetilkirin. Ji ber di dema protestoyên Jînayê de li kolanan reqisî bû ji aliyê hikûmetê ve hatibû girtin û sê caran cezayê mirinê lê hat birîn û di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.”   ‘Em li berxwe didin’   Pune destnîşan kir ku sedema hedefgirtina malbatan ev e ku wan bitirsînin û wiha domand: “Lê tevî hemû êşan têkoşîn didome. Meşaleya şoreşê hat pêxistin. Ev hikûmet ne ya me ye û êdî diçe. Em tu carê şûnde gavê navêjin. Serhildana piştî Jînayê deng da. Li Îranê hişmendî afirî. Her kes ji êş û eleman haydar bû û rabûn ser piyan. Îranê di salekê de tundiya li hember jinan zêdetir kir. Gelek aktîvîst û rojnamegerên jin girtin. Ceza dan wan. Lê îşkenceyan jin bêdeng nekir. Berxwedana jinên Îranê roj bi roj xurt bû. Em nûçeyên xwe diweşînin. Em ne li bendê ne ku hinek me rizgar bikin. Em li berxwe didin.”   ‘Gel demokrasiyê dixwazin’    Pune nirxandina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Di dema serhildanê de her kesî li kolanan bi aşkera protestoyên xwe pêk anîn. Belucî, Tirk, Kurd, Gilakî û hemû gelên li Îranê demokrasiyê dixwazin. Tevî hemû îşkence û zextan jinên Îranê ji tu tiştekî natirsin. Jinên li welat her dema xwe bi rêxistinbûnê derbas dikin. Jin ji jinên Kurd îlhamê digirim û di mijara organîzekirinê de tiştan fêr dibin. Gelek hevalên me koka dirûşma ‘jin jiyan azadî’ lêkolîn dikin. Jin bi berxwedanê xwe xurt dikin. Jin îşkenceyên tên kirin bêyî tirs îfşa dikin.”    Li girtîgehan jî berxwedan didome   Pune da zanîn ku rojnamegera Kurd Nazîla Marufîan çend roj berê ji Saqqezê bi hevdîtinek telefonê tecawiza li navenda binçavirinê hatiye jiyîn ragihand û got: “Dema ku ji ber îşkenceyan rewşa wê nebaş bû ajan destdirêjiyê lê dikin. Lê Nazîla ji bo mafên jinan û mafê xwe biparêze ket greva birçîbûnê. Li girtîgehan berxwedana jinan didome.”   Em dikarin xwe rizgar bikin   Pune da zanîn ew dikarin xwe rizgar bikin û di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li çalakiyên Jîna Emînî derkevin. Peyama min ji bo hemû jinan e. Hemû jinên Kurd, Tirk, Afgan û jinên din. Jinên bi zext û tundiyê re tên rû hev. Ez dibêjim ji bilî me kesekî me tune ye. Divê em di neynikê de xwe bibînin. Em dikarin xwe rizgar bikin. Divê em hîn bêtir xwedî hişmendî hîn bêtir xurt bin. Divê em parastina cewherî fêr bibin.”