ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-16 09:00:00     *Li Nisêbînê jina bi navê Sabîre Demîr li zaroka xwe ya ku 13 sal berê aniye dinê digere. Sabîre got keça wê bi zor jê hatiye revandin û 13 sale ji bo keça xwe bibîne têkoşîna hiqûqê dide û gilî kiriye.  Sabireyê diyar kir ku giliyê we bi biryara neşopandinê bi encam bûye. DÎMEN HEYE   *Yek ji damezrîner û seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Mor Salkim Dîlek Uzumculer, der barê xebat û daneyên tundiyê, tiştên jin dijîn de axivî. DÎMEN HEYE   *Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim a ji doza Kobanê negirtî tê darizandin diyar kir ku pêvajoya çareseriyê tê darizandin û got: “Navnîşana çareseriyê Îmrali bû.  Me wê demê wisa got. Lê îro jî navnîşan ew dere. Em têkoşîna vê didin.” DİMEN HEYE   *Serhildana piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya di 16’ê îlona 2022’yan de dest pê kir salek li pey xwe hişt û bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ket dîroka cîhanê. Rojnameger Pune Aşitiyane bang li jinan kir û got: “Yên ku me xilas bikin dîsa em jin in. Divê em xwedî hişmend bin xurt bin. Divê em aboriya xwe bi dest bixin. Em xwe organize bikin. Rizariya me di destê me de ye.”