Çalakiya nobedê ya li dijî tecrîdê ya li Mexmûrê didome 2023-09-16 08:50:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 12’emîn didome.   Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, di roja 59’emîn de bi biryardarî didome.   Çalakî şeva din ji aliyê koma 12’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevayî cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 11’emîn Elî Ozgun axivî.   ‘Tecrîd li ser tevahî gelê kurd tê meşandin’   Elî Ozgun destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêkanîna şerê gelê şoreşgerî mîsoger e û got: “Tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin di şexsê wî de li ser tevayî gelê Kurd tê meşandin. Ji bo wê ji bo ku tecrîd were şikandin divê li çar aliyên Kurdistan û Ewropayê herkes rabe ser lingan. Divê em li gor dirûşmeya xwe ya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakiyên xwe mezin bikin û tecrîdê têk bibin. Ji bo ku em azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixin divê em wek gel û gêrîla bi destê hev bigirin û şerê gelê şoreşgerî bilind bikin û pêwîst e her kesek di vî alî de xwe berpirsiyar bibîne.”   Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.