Meclîs wê bi xespkirina mafan bê vekirin: Divê em amade bin 2023-09-15 09:06:32   Melek Avcî   ENQERE - Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kaplan û parêzer Merve Çîftçî Davran diyar kirin ku ger meclîs vebe wê qanûnên der barê xespkirina mafan bên ber wan û got divê li dijî xetereyan her tim amade bin.   Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş di 26’ê Tîrmehê de di daxuyaniya da de diyar kir ku wê mafê nefeqeyê bê sînorkirin û qanûna 6284'an ji nîqaşê re vekiribû. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî piştgirî dabû van gotinan.   Di meha cotmehê de wê meclîs bê vekirin û wê Qanûna Medenî ji nû ve bê destgirtin. Dildara Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Ozgul Kaplan û parêzer Merve Çîftçî Davran aliyên hiqûqî û xespkirina maf vegotin.   Ozgulê diyar kir ku di cotmehê de pêkan e ku qanûnên dibêjin di meclîsê de derbas bibe û got: “Wek Afganîstan û Îranê hema em ê nekevin pêvajoyek ku mafê jinan tê tunekirin lê wê gav bên avêtin. Em bi salane niyeta wan vedibêjin. Ev desthilatdarî wisa li mafê jinan û wekheviyê dinêre. Êrîşa herî cidî ya li hember Qanûna Medenî qanûna miftitiyê ya 2017’an bû. Lê aliyên muxalîf ev cidî negirtin. Di çarçoveya azadiya terza jiyana olî de hatin destgirtin. Lê piştî vê me her tişt yek bi yek dîtin” ‘Hemû jin xetereyê hîs dikin’   Ozgulê da zanîn hemû jin xetereyê hîs dikin û wiha domand: “Mijar gelek cidî ye. Ma her kes vê nabîne? Bêguman dibînin û bi awayekî balkêş peyama me deng nade. Em dibêjin hedefa esas Qanûna Medenî ye. Li gorî min meha cotmehê wê pêvajoya bi dawî be. Bi qasî em dibînin, ev gava dawî ye. Divê li dijî vê em hemû hêza xwe dayanin holê. Ez bawer dikim ku  hemû jin vê wek xetere dibînin. Ji ber vê her tişt wisa ne hêsan e. Divê bi vê hişmendiya jinan tevbigerin.   Di gelek mijaran de raye dan Diyanetê   Ozgulê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Dibêjin ku ew barê darazê zivik dikin. Gelo barê darazê tenê di dozên destberdanê de dibe. Bi mîlyonan dozên bazirganiyê hene. Tu eleqeya barê darazê bi vê tune ye. Dixwazin ji îstîhdama meleyan re qadê vekin. Lê bi vê sînor namînin. Karên civakî û hiqûqa malbatî jî dixwazin bi diyanetê ve girê bidin. Rast e rast vê dixwazin. Jin bi zarokên xwe re di şevekê de dikarin bikevin ber deriyan. Lê em dibêjin ku heta ku wekhevî pêk neyê nefeqe nikare bê lêpirsînkirin. Divê em li dijî êrîşan her tim amade bin.”   'Bi navbeynkariyê wê kontrol çawa pêk bê ?'   Parêzer Merve Çîftçî Davran jî destnîşan kir ku ev ne êrîşek nû ye û dem bi dem  Qanûna Medenî anîne rojevê û got ev mudaxaleya li dijî wekhevî û laîkbûnê ye. Merveyê di berdewamiyê de wiha got: “Ji destberdanê bigirin heta rejîma mal, tasfiyekirin malên di pêvajoya zewacê de hatine girtin, heta welayeta zarokan  ên di Qanûna Medenî de wê bi navbeynkariyê bên detsgirtin. Navbeynkarî çiye, ez jî navbeynkar im, her du aliyan gazî ofîsa xwe dikim. Ev pêvajo bi giştî veşariye. Xwe dispêre îradeya aliyan. Yek ji rêgezên esas veşartîbûne.  Ev rêbaz dibe sedema hiqûqa pir alî. Ji bo zarokan jî êdî naxwazin nefeqe bê dayîn. Li dijî êrîşan divê em di alarmê de bin. Divê em ji her tiştî re amade bin.”