ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-15 09:00:00     * Bi minasebeta salvegera qetilkirina Jîna Emînî, TJA dê di 16’ê Îlonê de li Wanê meşek li dar bixe. Aktîvîstên TJA’yê ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir. BI DÎMEN     * "Tiştên hatine jiyîn nivîsandin zehmet e. Îfadekirin wateya tişta hatiye jiyîn zehmetir e. Ev hest dikare hemû hewldanan serobino bike. Hûn di demeke ku kesên hewl didin wateyê li berxwedanê bar bikin de ne." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Li Amedê ku pirsgirêka betaliyê tê jiyin welatiyan diyar kirin ku tu tiştekî li gorî dilê xwe nikarin bigirin û nikarin hewcedariyên  sereke bigirin.  DÎMEN HEYE   *Di ser qetilkirina Jîna Emînî de salek derbas bû. Jinan berxwedana piştî vê hat destpêkirin nirxandin û diyar kirin ku ew Jînayê nadin jibîrkirin û wê têkoşîna jinê mezin bikin.  DÎMEN HEYE   *Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kaplan û parêzer Merve Çîftçî Davran diyar kirin ku ger meclîs vebe wê qanûnên der barê xespkirina mafan bên ber wan û got divê li dijî xetereyan her tim amade bin. DÎMEN HEYE   * Seroka Navenda Mafê Zarokan a Baroya Mêrdînê Berîcan Çelîk der barê zarokên li Kurdistanê di encama lêketina wesayîtên zirxî de tên qetikirin de axivî û da zanîn ku heta bêcezahiştin ji holê rabe wê ev mirin jî bidawî bin. BI DÎMEN