TJA: Emê li dijî dijminahiya li hember jinê têbikoşin 2023-09-14 22:34:24   STENBOL- Cerdevanê bi navê Yakup A. û hevalên xwe ku tecawizê jinekê kiribûn, hatin berdan. Bi pêşengiya TJA’yê daxuyaniyek hat dayîn û li ser navê girseyê hevberdevka Herêma Marmarayê ya DBP’ê Dîlber Demîr axivî û da zanîn ku wê li her derê parastina cewherî rêxistin bikin.   Li Mêrdînê cerdevanê bi navê Yakup A. û hevalên xwe Çetîn T., Harûn Y. û Suud Ç., ji ber bi awayek sîstematîk tecawizî jinek 22 salî kirin e der barê wan de gilî hatibû kirin. Piştî ku her sê faîl hatin binçavkirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê ve bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin û dû re jî hatin berdan.   Der barê mijarê de li Kartal û Avcilar çalaki pêk hatin.    Kartal   Li Kartalê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn û li ser navê girseyê hevberdevka herêma Marmarayê ya DBP’ê Dîlber Demîr daxuyanî xwend.   Dîlberê da zanîn ku li ser Kurd û jinan polîtîka şerê taybet tê meşandin û da zanîn ku berdana sê gumanbarên tecawizê jî parçeyek vê polîtîkayê ye. Dîlberê destnîşan kir ku wê li dijî  polîtîkayên qirêj berxwedanê rêxistin bikin û heta dawî şopdarê dozê bin.   Avcilar   Li Qada Avcilar jî daxuyaniyek hat dayîn û dayik bi laçikên xwe yên spî di eniya pêş de cih girtin. Daxuyanî ji aliyê hevberdevka herêma sêyemîn a DBP’ê ya Stenbolê Gulîsan Aydin ve hat xwendin.