Jin Bihevre Xurtin ji bo Jînayê wê li Kadikoyê çalakiyê pêk bînin 2023-09-14 18:54:43   STENBOL- Jin Bihevre Xurtin daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji Îranê heta Tirkiyeyê, bi êş û hêrsa xwe dadikevin kolanan û ji bo salvegera qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşmeya ‘Jin jiyan Azadî’wê li di 16’ê îlonê de li Kadikoyê saet di 17’an de çalakiyê pêk bînin.   Jin Bihevre Xurtin wê di 16’ê îlonê roja Şemiyê bi wesîleya yekemîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku liTehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, bi şîara ‘Ji bo Jîna Emînî li her derê em azadiyê dihûnin’ wê saet di 17’an de li ber Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê çalakiyê pêk bînin.