Li Şirnexê ji bo 5 herêman qedexe 2023-09-14 18:35:49   ŞIRNEX - Li navçeya Basayê gundê Banayê jî di nav de ketin û derketina 5 herêman heya 15 rojan hat qedexekirin.   Walîtiya Şirnexê daxuyand ku li navçeya Basa ya Şirnexê 5 herêm heya 15 rojan hatine qedexekirin. Di nava van herêman de gundê Banayê jî heye ku nêzîkî mehekê ye ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.