Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Rojava meş hat lidarxistin 2023-09-14 15:32:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan di meşê de soz da ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin.   Şêniyên Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dar xist.   Meş ji pêş avahiya Kongra Star dest pê kir. Di meşê de şêniyên Tirbespiyê, bajarok, gundên wê, endamên ciwanên şoreşger û jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn. Welatiyan di meşê de pankartên 'Em ê bi rihê serketina Dêrazorê tecrîdê bişikînin' û 'Di cenga azadiyê de bi ser kevin' û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.   Meş li sûka navendî ya Tirbespiyê geriya û beşdaran diruşmên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan berz kirin.   Piştî welatî gihaştin ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê Tirbespiyê vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê Kînda Kenan siyasetên tecrîdê û îşkenceyê ya li dijî  Abdullah Ocalan şermezar kirin.   Kînda diyar kir ku dewleta tirk bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide fikrên Abdullah Ocalan ji gelên pê bawer qut û dûr bixe.   Kînda di dawiyê de got: "Em ê bi rêxistinkirina civakê, ciwan û jinên ciwan li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî têbikoşin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku rêya azadiya gelên bindest ronî bikin."