Ji ber gulebarana leşkeran jinek di çem de xeniqî 2023-09-14 13:10:54       STENBOL - Komeke dixwest li ser Çemê Merîçê ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibe, ji hêla leşkeran ve hate gulebarankirin. Rûken Varol a di nava komê de ragihand ku jinek kete çem û xeniqî.    Komeke dixwest li ser Çemê Merîçê ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibe, ji hêla leşkeran ve hate gulebarankirin. Yek kesên di nava komê de Rûken Varol ji Ajansa Mezopotamyayê re dîmen şand û diyar kir ku di nava çem de mane û jineke di nava komê de xeniqî ye.    Rûken, da zanîn ku hin kesên di nava komê de ku jin jî di nav de ne winda bûne û aqûbeta wan nayê zanîn. Rûken, got ku dibe ev kes xeniqî bin. Rûken, got ku nizanin dê çibikin û banga alîkariyê kir.