Li Şemzînanê jinek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2023-09-11 15:41:13     COLEMÊRG - Şîlan Atîs li navçeya Şemzînanê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Jina ciwan a bi navê Şîlan Atîs (25) duh bi şev li mala xwe ya li taxa Baglarê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Şîlanê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.     Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê jî têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.