Jin li Şengalê di maça futbolê de hatin pêşberî hev 2023-09-04 19:21:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di çarçoveya kampanyaya “Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî” de maça futbolê li dar xist. Tîma Xanesorê bi encama 4-1 Sinûnê têk bir.   Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di çarçoveya hemleya “Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî” de ji bo bîranîna Vejîn Jiyan a jiyana xwe ji dest da, li gundê Xanesorê yê Şengalê maça futbolê li dar xist.   Li gorî nûçeya NuJINHA'yê tîma Xanesorê di encama maçê de tîma Sinûnê 4-1 têk bir û tîma bi ser ket ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî- (TAJÊ) ve hat xelatkirin.