Nobeda Edaletê di roja 40'î de dewam kir 2023-09-04 16:50:49     ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku di roja 40'Î de li ber Wezareta Edaletê li ser kursiya bi teker nobeda xwe berdewam kir, di bin baranê de jî deriyê Wezareta Edaletê jê re nehat vekirin.   Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê Parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê yê parlamenterê Paritya Çep a Kesk ê Riha Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji êrîşan rizgar bû Nobeda Edaletê ya ku ji Rihayê di roja 848'an de biribûn Enqereyê di roja 40'î de  dewam kirin.    Emîne ya bi kursiya bi teker û Ferît di destê wan de dowîza "Edalet" çûn Wezareta Edaletê lê dîsa  ji wan re gotin "Wezîr ne li vir e."   Dayika Emîne ji bo kurê xwe yê bê berdan li ber wezaretê lorand. û got, “Êdî bes e ji vê zilmê re. Kurê min bi tenê xistine hucreyek yek kesî û yên malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin jî li derve ne. Erdogan kurê min berde. Malbata min kuştin, dikan gulebaran kirin. Bila vî kurê min berdin."