KCDP: Meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin 2023-09-03 17:46:37   STENBOL- KCDP’ê diyar kir ku di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin hatine qetilkirin.   Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Tebaxê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin hatine qetilkirin. Li gorî raporê 8 jin ji ber daxwaza destberdanê hatine qetilkirin û yek ji ber pevçûna ji ber kumandayê, yek jî bi hinceta nefrete hatiye qetikirin.    Di meha tebaxê de 17 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatin qetikirin. 4 heb ji aliyê mêrên pê re dijiyan, 3 heb ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, sê heb ji aliyê mêrên nas dikirin, yek ji aliyê mêrê ku berê nas dikir ve hatiye qetikirin.