Mexdura erdhejê ku tedawiya wê hatibû qutkirin jiyana xwe ji dest da 2023-09-03 15:46:35     SEMSÛR - Nexweşa pençeşêrê Elîf Ruşen a ku piştî erdhejê, dermankirina wê ya kemoterapiyê hat astengkirin û bi derfetên xwe diçû nexweşxaneya Dîlokê, jiyana xwe ji dest da.   Li Semsûra ku di erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû pêkk hat, Elîf Ruşen a 42 salî ya ku 5 sal in li dijî penceşêrê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Piştî erdhejê ji ber kêmbûna bijîşk li nexweşxaneyên bajêr, Elîf ji bo dermankirina kemoterapiyê her ji 15 rojan carekê 150 kîlometreyan dimeşiya û diçû Dîlokê .   Elîf a ku hat hînbûn ku rojên borî ji ber enfeksiyonê rakirine beşa lênêrîna giran duh êvarê jiyana xwe ji dest da.