DFG'ê rapora binpêkirina mafan a meha Tebaxê eşkere kir 2023-09-03 15:45:41     AMED - DFG'ê rapora xwe ya binpêkirina mafan a di meha Tebaxê de ya li dijî rojnamegeran eşkere kir.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirina mafan a meha Tebaxê ku li dijî rojnamegeran pêk hatine eşkere kir  Di raporê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên çewisandinê nikarin pêşî li çapemeniya azad bigirin û ev tişt hat gotin, "Dest ji êrîşên xwe yên li hemberî rojnamegeran berdin, hûn nikarin pênûsên azad zincîr bikin."   Di raporê de hat diyarkirin ku binpêkirina mafên rojnamegeran di meha Tebaxê de hê zedaltir bûye û ev tişt hat gotin, "Di meha Tebaxê de 3 rajnameger û nivîskar hatin girtin û ji ber vê hejmara rojnaemgerên li girtîgehê tên girtin derket 59’an. Hevseroka Komeleya Dicle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û gelek rojnamegerên ku di sala 2023’an de hatine girtin jî di nav de gelek rojnameger di girtîgehan de girtî ne.  demildest tevahiya rojnamegeran bila serbest bên berdan. Di meha Tebaxê de derbarê gelek rojnamegeran de lipirsîn hatiye destpêkirin û doz li wan hatiye vekirin.  Desthilatdar bi van kiryaran hewl dide ku rojnamegeran bêzar bike û ji şopandina nûçeyê dur bixe."   'Destên xwe ji ser rojnamegeran bikişînin'   Di raporê de bal hat kişandin ser binpêkirina keda rojnamegeran û wiha hat gotin, "Li  dijî mafên civakî û aborî yên rojnamegeran jî her diçe êriş berfireh dibin û hin sazî û dezgeyên ku di bin baskê desthilatdariyê de ne, rojnamegeran dixebitînin û bi keda wan aşê desthilatdariyê digerînin. Çend rojnamegerên ku li hemberî vê tiştê bûn ji bi piştgiriya pergalê ji kar hatin derxistin." Di raporê de xebatkarên Sputnikê jî hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku hêjî di grevê de ne. Ev bang li desthilatdariyê hat kirin, " Em ji saziyên xwediyê van dek û dolaban e û desthiladrariya ku ji vê re dengê xwe nake re  dibêjin; destên xwe ji ser nanê rojnamegeran bikişînin!”   ‘Qelemên azad bi zincirên we yên zengarî nayên kelepçekirin’   Di dawiya raporê de hat diyarkirin ku di meha Tebaxê de jî derbarê azadiya çapamenî û ramanê de rojnameger, sazî û dezgeyên rojnamegeriyê bi zextan hatine bêzarkirin,  bisansurê bê nefes hatine hiştin. Di raporê de hat nîşandan ku armanca zextên tên kirin jî ji bo rastî negihîjîn civakê ye. Di dawiya raporê de ev bang hat kirin: “Êdî dev ji van êriş û zextên xwe yên li ser rojnamgeran berdin. Hûn baş zanibin ku qelemên azad bi zincirên we yên zengarî nayên kelepçekirin."