Li Dusseldorfê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin 2023-09-02 21:30:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya KON-MED’ê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statû” û “Ji Rêber Apo re azadî” meşek hat lidarxistin.   Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Almanyayê (KON-MED) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statû” û “Ji Rêber Apo re azadî” li ber istasyona trenê ya li bajarê Dusseldorf ê Amanyayê daxuyanî da.   Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber îstasyona trenê li hev civiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan bi Almanî axaftinek kir. Aytenê bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama hevkariya dewletên navnetweyî de hatiye girtin û got: “Tecrîda ku 25 sal in li dijî Rêber Apo tê meşandin, ev 30 meh in veguheriye êşkenceya bênavber. Hemû sazî û dewletên ku ji dîlgirtina Rêber Apo berpirsiyar in, şirîkên polîtîkayên tecrîdê ne ku îro tê meşandin. Gelê Kurd wê ji bo azadiya Rêber Apo li seranserê cîhanê dakevin qadan.”    Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar jî axivî û wiha got: “Berpirsên yekem ên tecrîda li ser Rêber Apo, dewletên navteweyî ne ku Rêber Apo dîl girtin. CPT’yê divê der barê Rêber Apo de demildest daxuyaniyek bide. Heta ku Rêberê me azad bibe wê çalakiyên me bidomin.”   Piştî axaftinan girse ji stasyona trenê heta kolana herî qerebalix a Dusseldorfê Konigsallee ve meşiyan. Piştî meşê çalakî bi dawî bû.