Partiya Çep a Kesk çû sedana cotkaran 2023-09-02 19:58:52   MÊRDÎN - Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî navde parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê bi cotkarên gundên Mêrdînê re hatin gel hev û pirsgirêkên wan guhdarî kirin.   Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî navde parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê Berîtan Guneş, Kamuran Tanhan û George Aslan, rêxistinên HDP’a navend û nevçeyan, hevşaredarên qeyûm tayînê şûna wan bibûn, çûn serdana cotkarên gundên Mêrdînê.   Heyet çû gundên Melxo û Mistefamîlk ên Qoser û gundê Sîçana ya Dêrikê. Heyetê pirsgirêkên cotkaran yên ji ber krîza aborî giran bûne guhdarkirin.   Parlamenteran diyar kirin ku wê pirsgirêkên cotkaran bibin meclîsê.